Pirsgirêkên penaberên Sûriyeyî berdewam in
Li Tirkiyê bi mîlyonan penaberên Sûriyeyî dijîn ku piraniya wan jin, zarok e û ciwan in. Penaberên ku di şert û mercên dijwar de dijîn rûbirûyê gelek kêşeyan dibin.
K24 - Enqere
Li Tirkiyê bi mîlyonan penaberên Sûriyeyî dijîn ku piraniya wan jin, zarok e û ciwan in. Penaberên ku di şert û mercên dijwar de dijîn rûbirûyê gelek kêşeyan dibin.
Ji destêka şerê li Sûriyê heta niha nêzîka 2 mîlyon û 700 hezar Sûriyeyî ji ber şer û pevçûnan reviyane û xwe spartine Tirkiyê, tenê ji sedî 10ê wan di kampan de dimînin û dawiya mayî jî di şert û mercên gelekî dijwar dijîn û di warê derûnî û civakî de bi kêşeyên mezin re rûbirû dimînin. Li gorî pisporan herî zêde zarok û ciwan di warê derûnî û civakî de bi kêşayan re rûbirû dimînin û ev yek bandoreke nebaş li ser civaka Tirkiyê jî dike.
Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk (ORSAM) Oytun Orhan derheqa mijarê de ji Kurdistan24ê re got: “Ji ber şert û mercên ku ew têde ne gelekî nebaş e, ber bi rêyên nebaş ve tên kişandin. Di karên nebaş de tên bikaranîn, di sektora fihûşê de tên bikaranîn. Herwiha ev yek jî bandoreke nebaş li ser civakê dihêle.“
Bi taybetî penaberên zarok ji gelek mafên xwe pêbar dimînin. Ev yek jî rê li ber wê yekê vedike ku zarok di pêşerojê de, bi pirsgirêkên mezin ve rûbirû bimînin. Li gor Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî, yek ji girîngtirîn kêşe perwerdekirina zarokan e û ji bo perwerdekirina wan xebatên têr û tije nayên kirin.
Koordinatorê Mafên Penaberan Volkan Gorendag jî wiha dibêje:
“Em dikarin bi hêsanî bêjin nêviyê penaberan zarokan in û piraniya wan ji perwerdê bêpar dimînin. Hem li gorî Neteweyên Yekbûyî û hem jî li gorî hikûmetê hejmara zarokên li Tirkiyê perwerde dibin gelekî kêm e."
Li gorî Unicefê li Tirkiyê milyonek û 182 hezar û 261 zarokên Sûriyeyî dijîn. Ji wan 746 hezar di temenê perwerdekirinê de ne lê belê tenê 230 hezar perwerde dibin û ev yek jî dê bandorê li ser hemû jiyana wan a mayî bike.
.jpg)
Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk (ORSAM) Oytun Orhan

Koordinatorê Mafên Penaberan Volkan Gorendag