
Cemal Batun
Author
Nasname, Nirx, Newroz

Newroza îsal, li her deverên Kurdistanê bi coşek germ/neteweyî hate pîrozkirin. Bêguman, ev sekna neteweyî ji aliyekî ve, hestên pîroz ên Kurdistanî bihêztir kir, daxwaza yekrêziya neteweyî gihand astek bilindtir.
Di demekê de, ku li Rojhilata Navîn aloziyên mezin rû didin, egera guherînên mezin li deverê di rojevê de ye, ev bayê neteweyî, şaristanî ku di derdora pîrozkirina Newrozê de li Kurdistanê rûdayî, cihê hêviyê ye.
Li herêma Kurdistanê, Bakur, Rojava, Rojhilat, lê herweha li diaspora - Revenda Kurdistanî, ji cîhanê re nîşan da, Kurd/Kurdistan bi awayê herî demokratîk/şaristanî/sivîl, di astek bilind de, xwedî li nasname, nirx, nerît, kultura xwe ya dewlemend derdikeve. Di salên 2000an de, ne mumkin e nîjadperestên êrîşkar, şowenistên har, diktatorên xwînmij, neyarên Kurd û Kurdistanê, bikaribin daxwazên herî rewa yên neteweya Kurd bifetîsînin, vemirînin!..
Kurd/Kurdistan zindî ye!.. Wekî hemû neteweyên cîhanê, divê - xwedî mafên xwe yên neteweyî be! Liser xak a xwe azad û bi rûmet bijî!.. Nebe armanca asimilasyon, bişaftin, êrîş û terorê!..
Newroz a îsal, ev daxwazên rewa yên Kurd/Kurdistanê gihand zanîna raya giştî ya cîhanê!..
Guman jê re nî ne, dem – dema bilindkirina daxwazên Kurd/Kurdistanê di çarçoveya peymanên navneteweyî de ye, ku di wan de: mafên neteweyan bi zelalî hatiye eşkere kirin! Kurd/Kurdistan jî – neteweyek û welatek e, ku dive xwedî çarenivîsa xwe be, liser pêşeroj û jiyana xwe, bi xwe biryarê bide!..
Ev daxwazên rewa, ji alî dijmin/neyarên Kurdistanê ve rastî êrîşên şowenist û nîjadperest hatin. Bi taybet hildan a Alaya Rengîn li ser tevayiya coxrafya Kurdistanê, diruşmên neteweyî, lixwekirina cilên Kurdî, xwedîderketin a çanda Kurdî, neyarên Kurdistanê gelek aciz kirin!.. Bi awayek paşkeftî, dijminane û terorî, êrîşî çalakiyên Newrozê kirin!.. Êrîşî Alaya Rengîn, nasname û hestên Kurdî/Kurdistanî kirin!..
Neyarên rastiyê, neyarên Kurdistanê, neyarên Newrozê – çi bikin, bila bikin!..
Kurd/Kurdistan wekî hemû neteweyên cîhanê, mafê xwe ye - li nasname, ziman, çand û hebûn a xwe, xwedî derbikeve!..
Kurd heye û Kurdistan heye!.. 100 salan, we nikarî, vê rastiyê qebûl bikin!.. Niha, tevayiya cîhanê jî, vê rastiyê dizane, hûn jî bibin mirov û vê rastiyê bibînin/bipejîrînin!..