Trajediya Sûriyê – Ajendayên Derve

Trajediya Sûriyê – Ajendayên Derve
Trajediya Sûriyê – Ajendayên Derve

Sûriyê şerekî navxweyî yê gelek xwînxwar ê 14 salî jiya. Bi sedhezaran kuştî, bi sedhezaran girtî, bi milyonan koçber… Welat û gelê Sûriye brîndar bû!.. 

8ê meha 12 a 2024an, ya nedihat çaverîkirîn, rû da!.. Piştî êrîşek çend rojî Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) gihişt Şamê. Dîktatorê Sûriye Beşar el Esed reviya!..

Gelê/n Sûriyê ev roj wekî xewnekê bi nav kirin. Zilm xelas bû, zordarî xelas bû – deriyê hêviyê li pêş wan vebû!.. Rojên ronahî li pêş wan, pêşerojek ewle û aştiyane dihat!..

Hêvî ev bûn, lê rastî tiştek din!.. Trajediya Sûriye neqediya - formateke din, rûyekî din girt!..

2.

Peyamên rojên destpêkî yên HTŞ û Serokê wê Ehmed el Şerx gelek erênî bûn! Aştiya civatî pêk dihat, Pêkhate digihiştin mafên xwe, Demokrasî dibû sîstem!..

Şerx, heta cilên xwe jî, guhertin!. Bedil, gomlek, krawat!.. Wekî xortek, ku hêviyên gelê Sûriyê bicîh bîne, derket pêş!

Peyamên aştiyê bo derve, herweha peyamên aştiya navxweyî!.. 

Lê, di pratîkê de, wusa pêk nehat! Peyvên aştiyê/nermiyê bo derve wekî xwe hatin bicîh kirin!.. Lê, peyamên aştiyê: aştiya navxweyî, aştiya civatî, aştiya hemû pêkhate/gelên Sûriye – pêk nehatin! Berovajî – êrîş li hember daxwazên gel û pekhateyê Sûriye!..

3.

Şerx, 

hukimet danî, komîsyon danîn, Destûrek demkî danî, berpirsên serbazî danîn! Hemû jî, ji derdora xwe, ji nav HTŞ… 

Qet, diyalogek ligel gelên/pêkhateyên Sûriye – Elewî, Durzî, Kurd nedanîn!..

Qet, diyalogek ligel olên Sûriye – Kristiyan, Êzdî… nedanîn!..

Qet, diyalogek ligel jinan, gencan nedanîn!

Ligel, dezgehên sivîl-demokratîk,

Ligel cîhana rewşenbirî, rûspî, opozisyon… nedanîn!..

Niha, hemû ev alî, ji pêngavên Şerx û desthilata wî bi guman in!..

4.

Liser erdê, ji bo sepandina desthilata xwe, Şerx û desthilata HTŞ, li beravên Sûriye êrîşên gelek tund û berfereh birin ser pêkhateya Elewiyan. Mafên mirovî yên bingehîn hatin binpê kirin!.. Malbat, bi jin û zarokan hatin qetlkirin!.. 

Bi dehherazaran Elewî, ji tirsa cane xwe, reviyan!..

Elewî ji hebûna xwe bitirs in, ji pêşeroja xwe bitirs in!..

Bi vê desthilatê, baweriya wan bi jiyanek hêvîdar, aştiyane, ewle û demokrasî nî ne!..

 

Yek ji mezintirîn dêr ên li Sûriye/Şamê Mar Elias, rastî êrîşek tund a terorîstî bû. 

Teqînek mezin rû da! Bi dehan mirovên ji pêkhateya olî ya Kristiyan jiyana xwe jidest dan! Lêkolînek rasteqîn liser bûyerê nehat kirin!..

Kristiyan ji hebûna xwe bitirs in, ji pêşeroja xwe bitirs in!..

Bi vê desthilatê, baweriya wan bi jiyanek hêvîdar, aştiyane, ewle û demokrasî nî ne!..

 

Pêkhateya Durzî, bi taybet li Devera Swêyda, di bin navê bicîhanîna ewlehiyê de, rastî êrîşên gelek nemirovane hatin. Hatin kuştin, êşkence kirin, nirxên wan, mafên wan hatin binpê kirin!..

Durziyan bi eşkereyî gotin: ji hebûna xwe bitirs in, ji pêşeroja xwe bitirs in!..

Bi vê desthilatê, baweriya wan bi jiyanek hêvîdar, aştiyane, ewle û demokrasî nî ne!..

 

Kurd, wekî duyem pêkhateya herî mezin li Sûriye, bi guman – gumanek mezin li kiryar û kirdarên desthilatê temaşe dikin!..

Di dorê de – Kurd hene?

Dê êrîşî Kurdan bê kirin?

Ger ev yek rû bide, Sûriye rastî mezintirîn kêşe dibe! Her tişt, pêş destpê bike, dê bidawî were!..

5.

Sûriye ya îro, ya di desthilata HTŞ de, bi xwe, xwe radestî ajendayên derve kiriye!..

Gel/Pekhateyên Sûriyê dibêjin: Di dema Esed de, aliyên xwedî gotin li Sûriye: Rûsya û Îran bûn. Rejîma Sûriyê, di çarçoveya ajendayên Rûsya û taybet Îranê de tevdigeriya.

Niha, HTŞ jî, di çarîoveya ajendayên Tirkiye, welatên Erebî (taybet Qeter û Siûdiye), Amerîka de tevdigere!..

Ev yek, rewşa Sûriye navxweyî jî aloz dike!...

Di şerê di navbeyna desthilata Şamê û Durziyan de, gelek baş ronî bû!.. Israîl, liser erdê êrîşên dijî Durziyan qebûl nake û amade ye ji bo parastina wan/herweha ajendayên xwe, destdirêjiyê dinav Sûriye de, taybet Şamê de jî bike!..

Tirkiye, bi her awayî hewl dide, Kurd li Sûriye nebin xwedî statuyek! Ev yek jî, ji bo hevahengiyek ligel Kurdan û Şamê dixe aloziyan. Şerx û desthilata xwe, di aştiya navxweyî de, nikarin serbixwe tevbigerin.

Heman demê, berjewendiyên Amerîka, Israîl, Tirkiye, Qeter û hin welatên din ên Erebî liser xaka Sûriye, gava dikevin nakokiyê, ev rasterast bandore liser rewşa navxweyî ya Sûriye dike!..

6.

Sûriye, dikare bibe welatekî serwer?

Dikare bibe, xwedî îradeya xwe û di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevbigere?

Belê dikare!..

Hîn jî, derfet bo vê yekê heye!

Diyalogek Niştimanî û di encam de beşdariya aliyên niştimanî, pêkhateyên sereke li Sûriye, nivîsandina Destûrek Nû ya liser bingeha rastiya Sûriyê û nasandina mafên mirovî, civatî, pêkhateyî, Konsensusek civatî ya liser binemaya ewleyî û aştiyê, dermanê nexweşiya Sûriyê ne!