Mislim Şêx Hesen
Nivîskar
Sûriye di navbera mîrateya nefretê û daxwazên paşerojê de
Kîndarî û jehra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe û mirov nikare vê rastiyê bi hêsanî paşguh bike. Di salvegera rûxana rejîma Esed de, li Şamê xwenîşandanên ku hatin lidarxistin, nîşan dan ku siloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane, hatin avêtin. Ev rewş di rastiyê de encama wê kîndariyê ye ku rejîma malbata Esed bi rêya perwerdehiya xwe ya nijadperest û nepenî salên dirêj di nava civakê de çandiye.
Divê em ji bîr nekin ku di demên desthilatdariya malbata Esed de, hemû welatî û pêkhateyên etnîkî rastî ziyan, êş û binpêkirina mafan hatin. Ji ber vê yekê, vegera wê dema tarî ji aliyê xelkê ve careke din nayê qebûlkirin. Ev yek nîşan dide ku dewleteke Sûriyeyê ya nûjen, tenê bi dayîna mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê û li ser bingeha prensîba diyarkirina çarenûsê dikare were avakirin.
Pêwîst e ku li Sûriyeyê rûpeleke nû were vekirin; rûpelek ku li ser bingehên mafên mirovan, hevnasîn, rêzgirtina hevdu û naskirina maf û statûya civakên cuda were avakirin. Dubarekirina dîrokê û zindîhiştina dijminatiyê, metirsiyên mezin ji bo pêşerojê tîne; ji ber ku welatekî bêdad, bêyasa û bêhevgirtin qet nikare pêşerojeke rastîn binivîse.
Ji bo derbaskirina vê mîrateya giran a nefret û cudakariyê, vîneke siyasî ya rastîn û nêrîneke neteweyî hewce dike ku kesî li derve nehêle û ti pêkhateyek ji civaka Sûriyeyê nexapîne. Pêşeroja welêt dê ne li ser sloganan an vegera zihniyeta dûrxistinê, lê belê dê li ser avakirina peymaneke civakî ya nû were avakirin ku beşdariya bi bandor a hemûyan garantî dike, baweriyê di navbera dewlet û civakê de vedigerîne û rûmeta mirovan bê cudahî diparêze.
Parastina mafên Kurdan û pêkhateyên din ne qenciyek e ku ji hêla kesî ve tê dayîn, lê merceke bingehîn e ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, dadperwer û aram. Bêyî vê têgihîştinê, rabirdû dê ji bilî barekî dubare tiştek nebe, dema ku niha û pêşeroj jî dê bibin dîlê tevlihevî û dabeşbûnê.