Zinar Soran
Nivîskar
Di 61 salîya PDKT û 60 salîya FAÎK BUCAK de (3)
kurte analîzek li ser xeta neteweyî û niştimanî ya PDKT
Damezrandina PDKT û armancên xeta neteweyî û niştimanî
Gava em li bername û daxwazên siyasî yên partî ya jî rêxistinekê binerin, divê em şert û mercên wê demê bidin ber çavan û li gorî wê binîrxînin. Weke tê zanîn, piştî serkutkirin û tefandina 1938an, tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê kete nav ”bêdengiyek” kerr û lal. Kardibidstên dewetê bawer dikirin ku êdî tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û doza miletê Kurd bi ser xwe ve de nayê. Lê weke pêşiyê me dibêjin, ”giha di bin keviran de namîne”. Doza mafê milletekî bindest jî weke ”gihayê di bin kevir de” ji nû ve zîl dida.
Piştî bûyer û darizandina 49an û 23an, lêgerînek siyasî û rêxistinî di nav siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan de destpêkir û hewl dan ku vê ”bêdengiyê” bişkînin. Di encama van bûyer, guherandin û lêgerînan de; di 11 tirmeh 1965an de, li Diyarbekirê ji aliyê 5 welatperwer û rewşenbîrên kurdan ve ”Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiye” (PDKT) hate damezrandin. Ev di tevgera Bakurê Kurdistanê de destpêka qonaxeke nû bû. Kurdan piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê cara pêşîn li Bakurê Kurdistanê bi navê xwe, bi nasnemeya xwe û bi programek kurdî dadiketin qada siyasî.
Ji bo em xeta neteweyî û niştimanî ya vê programê binîrxînîn û şîrove bikin; herweha bi rewşa îro ya ”paradigma û perspektîfên xete entegrasyonê” re muqayese bikin, ez dê Pêşgotin û 7 xalên destpêkê yên programa PDKT li jêr weke xwe binivîsim:
Pêşgotin û çend xalên Programa PDKTyê
* Miletê Kurd miletekî tarîxî û kevn e, lê miletekî bindest e.
* Milet bi bindestîyê wenda nabin. Lê gava miletek tarîxa we ya millî û kesaytîya xwe ya millî, kultura xwe ya millî û zimanê xwe yê zikmakî ji bîr bike wenda dibe. Miletê Kurd wenda nebûye û stûnên wî yên millî di cih de ne. Lewra miletê Kurd zindî ye.
* Lê belê ev jiyan ne jiyanekî serfiraz û azad e.
* Kurd, îro bindest in. Heqqên wan yên mirovî û millî jê hatine sitandin. Daxwaza me: Milletê Kurd jî wek milletên CÎHANÊ azad û serfiraz be.
* Ji bona pêkanîna van armancan Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê hatiye danîn. Xebata Partîyê wê bi rêya aştî, demokratîk, mirovî û civakî bi rêve biçe.
* Partî li alîyê nîzama HUQÛQÎ ye, lê belê di gaspa heqqên insanî û millî de, ber’rabûn û şoreşîyê nîşan dide.
Madda: 1- Navê Partîyê: “Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê”.
Madda: 2- Daxwaz û dozên PARTÎYÊ:
Partî, dixwaze li Cumhûrîyeta Tirkîyê`da, heqqên Siyasî, Îqtîsadî û Zanyarî (kültürel) ji milletê Kurd’ re bide naskirin.
Madda: 3- Ji bo pêkanîna van şertan:
a) Lazime di ANAYASA Tirkîyê de, bi cî bibe kû: “Dewleta Tirkîyê’yê ji Kurd û Tirk’a çêbûye û ev herdû MILLET di her awayî de wekhev in.”
b) Di Parlemana Tirkîyê de, li gora nifûsa xwe Kurd têne temsîl kirin û di HEY`ETA WEKÎLA de cî bistînin.
c) Tixûbên Kurdistana Tirkîyê bê kifşkirin û di axa Kurdistanê de tû mihacir neyên bi cî kirin. Navên gunda û bajarên Kurdan neyên guhartin û yên kû hatine guhartin jî, navên xwe yên kevin bistînin.
ç) Di herêmên Kurdistanê de, Walî, Serekên Îdarî, Edlî û giş memûr ji Kurdan çêbin. Tor û adetên Kurdan di qanûna de bi cî bibin.
d) Di Kurdistana Tirkîyê de, zarê resmî bi Kurdî bî.
e) Di Bîhîstanên Kurdîstanê de, xwendin bi zarê Kurdî bî, lê Tirkî jî bê hînkirin. Unuversîta Kurdistanê bê danîn. Xwendayên xizan ji aliyê dewletê ve bidine xwendin.
f) Li Kurdistanê de Radyo û Telewizyon bi zimanê Kurdî vebin.
g) Kitab, Kowar û Rojname bi zimanê Kurdî bên çapkirin.
h) Ji zanyarî (ilim) û îbadeta DÎNÎ re mela û ÎBADETXANEYÊN lazim bi destê dewletê, bê kêmayî bên pêkanîn.
Madda: 4- Partî dixwaze: Dewlet, azayî û serkeftin û pêşveçûna Kurdistanê, bi lez û bi ber’rî destpêbike.
JI BO PÊKANÎNA VA:
a) Ji gundîya re: Xanî, erd, tov û qirêdî pêk bîne. Çandin û firotina titûnê serbest bike.
b) Ji bo karker û cotker û pala re: Şuxul û kar peyda bike.
c) Ji esnaf û bezirgana re: Qirêdî zêde veke.
d) Bicîkirina koçeran li deşt û zozanan. Temînkirina çêrê û debarê ji terşê wan re.
Madda: 5- Çêkirina rê, sed, baraj, fabrîqe û sinetên giran û nexweşxanan.
Madda: 6- Petrol û meden bên derxistin û di welatê Kurdistanê de bê tasfiye kirin.
Madda: 7- Petrol û medenên li Kurdistanê dertên, lazime % 75 kara wan li Kurdistanê bê xerakirin.
DOZA Antalyayê ya 1968an û berevanîyên siyasî yên PDKT
Di 19 çileya pêşîn ya 1968an de, operasyonek berfireh li ser rêvebir û endamên PDKTyê dest pêkir û karbidestên dewletê bi sedema "parastina ewleyiyê" ew neqlî ”Mahkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê” kirin. Di doza PDKT ya Antalyayê de, Seîd Elçî û Şakir Epozdemir du berevanîyên siyasî pêşkêşî mahkemeyê kirin û programa PDKTyê parastin. Ji bo hinek mijar dubare nebin, ez ê bi awakî kurt li ser berevanîya siyasî ya Şakir Epozdemir rawestim.
Endamê damezrêner Şakir Epozdemîr li ser vê operasyonê weha dinivîse:
“Di 19 çileya pêşîn de MITê (Teşkîlata Îstiqbaratê ya Tirkiyeyê) em xistin pirsiyariyê. Pênc rojan em îşkence kirin û 70 rojî jî li zîndana Amedê hiştin. Xov kete dilê dewletê. Mahkemeya me rakirin Antalyayê. Wan nikarîbûn me li mahkemeyên Amedê mahkeme bikirina. Me Kurd û Kurdistan vekirî diparast û me dê biparasta. Ev helwesta me dikarîbû Diyarbekirê rakira ser lingan. Piştî 8 mehên me li Anyalyayê temam bûn, em derxistin Mehkemeya Ceza Giran....”
Şakir Epozdemir bi gotinên Mahatma Gandî yên ku li hemberî dadgerên mahkemeya Îngilîzan gotibû, dest bi vê berevaniya xwe ya siyasî û dîrokî dike:
"Ez berevanîya Milletê Kurd ya ji bo doza jiyaneke mirovî, bi van gotinên pir vekirî ku divê mirov li ser bifikire yên Mahatma Gandîyê ku li hemberî zilmê bê ku zorê bikarbîne heta dawîyê li ber xwe da, li dijî hemû şer û pevçûnan bû, berxwedana pasîfî û hezkirina mirovî ji mirovatiyê re mîras hişt; ew şervanê bêçek ku li rûyê dadgêrên kolonyalîstên Îngilîzan gotibû ’gelo, gava li hemû girtîgehên Hindistanê cih nemîne, ev têkoşîna me ya mirovî û huqûqî wê dîsa sûc bê hesibandin?` dest pê dikim".
“Gelo roja bi milyonan kurdên ku ji mafên aborî, kulturî, siyasî û civakî bêpar hatine hiştin, ji dewsa vê zincîra bindestiyê heta dawiyê di stuyên xwe de hilgirin, ji bo weke mirovan bijî, bi kêfxweşî zîndanan tercîh bikin û hemû zîndanên Tirkiyeyê bi şeref û serbilindî dagrin; wê gavê jî ev nîzamnameya Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKTyê) ya di destên we de ye ku li gor mafên mirov daxwazên me yên maf û azadiyê armanc girtiye û di nav prensîbên "Misak-ı Milli" de, mafên wekhevî û biratiya tirk û kurdan dixwaze, wê sûç bê hesibandin?...."
Teva ku rasterast daxwaza ”Kurdistanek Serbixe” ya jî ”Kurdistanek Federal” di Programa PDKT tunebû jî, dozgerên dewleta dagirker dixwazin girtîyên ji ”Doza Antalyayê ya PDKTyê” bi wan daxwazan darizînin û cezayên girantir li wan bibirin. Li ser vê mijarê jî Şakir Epozdemir di berevanîya xwe de weha dibêje:
“Xwendekarekî ku dibistana destpêkê xwendibe û programa partiya me analîz kiribe, wê bibêne ku program daxwaza "dewleteke serbixwe ya jî federal" nayine; heta "otonomî"yê, yanî îdareyek xweser dahî nayine...”
“Gava ku em dibêjin, em îro komarek serbixwe ya Kurdistanê nafikirin, nayê vê manê ku em dê heta dawîyê di bin pençê zilm û zordestiyeke girand de bimînin...”
Ez ne li dijî sîstema federalî me. Milletên ku çarenivîsa xwe kirine yek, di nav sîstemeke demokratîk de, bi rejîmeke wekhev û azad, ji bona heta dawiyê bi hevdu re bijîn, şiklên komarên federal alternatîfa herî munasib û hevdem e. Gelek dewletên mezin û piçûk yên dunyayê şahidên vê yekê ne. Lê, ji ber ku ez kesekî ji program û felsefeya PDKTyê bawer dikim, ez naxwazim ji çarçeweya programa wê derkevim. Gava hûn vê programê analîz bikin, hûn dê bibînin ku daxwazên me ji mafên siyasî, aborî û kulturî pêk hatine...
Ev daxwazan, dikevin nav sînorên "Mafê Herî Basît yê Mirov". Daxwazkirina van mafên demokratîk û têkoşîna ji bo van mafên xwezayî, ne hew wezîfeya rewşenbîrên kurdan e; ev wezîfe, di eynê wextê de dikeve ser milên rewşenbîrên tirkan jî".
"Sebebê esasî yê ku ez derxistime huzûra we, rastiya Kurdî ye ku ev 46 sal in ji aliyên hukûmetên cumhûriyetê ve, hatiya înkar kirin û nehatiye pejirandin... Ez dê van tiştan hemûyan bidim ber çavan, rastiyan weke ku hene bibêjim û hewl bidim ku kêmaniyên heta niha hatine kirin û tên kirin, nekim. Di dewsa ez bibêjim `Rojhilat û Rojhilata başûr`, ez dê navê dîrokî û cografî yê vî welatî ku bi yek gotinê tê îfade kirin, Kurdistanê bi kar bînim. Di dewsa ez bibêjim hevwelatiyê tirk, ez gotinên hevwelatiyên Tirkiyeyê ya jî gelê Kurd, miletê Kurd rastir dibînim. Çawa ku navê rastî yê cografya Kurdistanê ne `Rojhilat û Rojhilatabaşûr` e û divê em bibijin Kurdistana Tirkiyê, ji miletê Kurd re jî divê em bibêjin miletê Kurd...”
We divê em ji vê re bibêjin kolonîya sergirtî, we divê em bibêjin nîvkolonî û we divê jî em bibêjin kolonîya îndîrek. Tam 46 sal in ku Kurdistan weke kolonîya Tirkiyeyê ye. Heta, gelek metodên hov û neînsanî ku li koloniyan dahî nehatine bikaranîn, iro li Kurdistana Tirkiyeyê hene û tê bikar anîn...”
"Hêviya me ne programa mirinê, programa jiyanê ye. Em bi xwe bawerin ku em ê bi ser kevin...” (17)
Di rastiya xwe de, hêja ye ku mirov bi dûr û dirêjî li ser Programa PDKTyê û berevaniyên dîrokî yên Doza Antalyayê raweste, binîrxîne û şîrove bike. Îro jî tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Bakurê Kurdistanê dikare gelek ders û tecrûbeyên girîng û hêja ji vê programê û wan berevaniyanên siyasî derxîne. Herweha hêjaye ku mirov xeta neteweyî û niştimanî ya daxwazên ”siyasî, kulturî û aborî” yên wê demê, bi ”xeta engrasyênê” ya ku îro dixwaze miletê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ”kedî bike” û ”entegreyî” dewletên dagirker û kolonyalîstan bike.
Eger em bi xetên qalind program û berevanîyên sala 1968an yên PDKT binirxînîn û bi ”Xeta entegrasyona demokratîk” ya bi navê Abdullah Ocalan tê birêvebirin, muqayese bikin; em dê bi awakî giştî û bi çavên serê xwe hinek rastîyan bibinin. Di van muqayesan de, ez dê nerînên Abdullah Ocalan yên di ”Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, “Perspektîva ji bo Kongrya 12an“, “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk“ û ”Manîfestoya Demokratîk ya Civaka Komunal” esas bigrim.
Daxwazên xeta neteweyî, niştimanî yên PDKT û armanca xeta entegrasyonîst
1. Pênasekirin û rastîya hebûna miletê Kurd
PDKT di pêşgotina programa xwe de, “miletê Kurd weke miletekî tarîxî û kevn; miletekî xwedîyê dîroka xwe ya millî, kultura xwe ya millî, kesayetîya xwe ya millî û zimanê xwe yê zikmakî pênase dike. Loma jî milete Kurd weke miletekî zindî lê weke miletekî bindest şîrove dike...”(18)
Lê gava em li “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, “Perspektîfên ji kongreya 12an ya PKK re”, “Manîfestoya Civaka Aştî û Demokratîk”, “Manîfestoya Civaka Komunal ya Demokratîk” dinerin, em dibînin ku Abdullah Ocalan bi zanebûn têgeha “miletê Kurd” ya jî “neteweya Kurd” bi kar nayîne. Ew, gotin û têgeha “kurd”, “xelkê kurd” “gelê Kurd” bi kar tîne ku ne di maneya “milet” ya jî “netewe” de bi kar tîne. Eger kesên di vî warî de “dudilî” bin, dikarin bi hûrgilî li wan dokumentên navborî binerin.
Abdullah Ocalan, di heman demê de; sivikayî û bêrêzîyê li dîroka miletê Kurd û Kurdistanê, ziman û kultura miletê Kurd, tevgerên neteweyî, serok û rêberên serhildanên kurdan, nirx û hêjayîyên miletê Kurd, siyasetmedar û kesayetên kurdan dike; hebûna kurdan jî bi derketina tevgera PKKê û bi rêberîya xwe ve girêdide:
“Dîroka kurdan, hê jî xwe weke dîrokek qebîleyan îfade dike.” (19)
“Li Dersimê, Çewlîkê, Zagrosê kurd kavil û bermayîyê kulturî ye. Qebîleyên jihevketî, zimanekî bêfonksîyon, hûrikên terîqetan û şerên malbat û eşîran... Weke sergokî, civateke sergo, goristanek...“ (20)
“Komîteya di komkujîya yahûdîyan de rol dilîst ku weke Judenrat dihatin naskirin hebûn. Ew grûp jî malbatên yahûdî bûn ku bi faşîstan re havkarî dikirin. Ji bona jiyana xwe û malbata xwe 24 seetan dirêj bikin, bi faşîstan re hevkarî dikirin û yahûdî dişandin odeyên gazê... Faşîstan ev komîte ava dikirin. Gava ez li ser vê mijarê difikirîm, min dît ku resatîya kurdan jî weke rastîya Judenrata ne… Binere malbatên ku dibêjin ez û ez; Barzanî, Bederxanî, heta hinek torinên Şêx Seîd, hinek torinên Seyid Riza bûnin Judenterîst. Ji bo malbetên xwe xelas bikin, kurdayetîyê ber bi tunekirinê dibin. Kitêb dahî nenivîsandinin. Nikarin li bîranînên bapîrên xwe xwedî derkevin. Dijminatîya kurdên azad dikin...
PKK hem rastîya hebûna Kurd û Kurdistanê îspat kir û hem jî zornebirina wê pêk anî. Hêzek weha yên tevgerên din yên kurdan tuneye. Tevgera kevneşopî ya PDK û tevgera bujuvazîyê biçûk ya YNK hebûna xwe bi kesekî nedan bawer kirin. Eger ne ji derketina PKKê bûya, wê ew hemû 30 sal berê ji hole rabûna.“ (21)
”Tekoşîna di rastîya PKKê de hatiye dayin, ji ber hebûn û tunebûna kurdan hatiye dayin, Ev têkoşîn, di heman demê de zelalkirina pirsa hebûn û tunebûna kurdan bû… Em hewl didin dîrokek nêzîkî rastîyê ya Kurd û Kurdistanê binivîsin….” (22)
Lê Abdullah Ocalan ji bîr dike ku gava miletê Kurd, serok û rêberên kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên rizagarîxwazîya neteweyî serî hildidan û li hemberî van dewletên dagirker û kolonyalîstan xebat û têkoşîn didan, ne Abdullah Ocalan û ne jî PKK hebûn. Ango “rastîya hebûna Kurd û Kurdistanê” bi Abdullah Ocalan û PKK ve dest pê nekirîye. Gava di sala 1968an de PDKT li Antalyê bi berevanîyên siyasî doza miletê Kurd û Kurdistanê yên siyasî, kulturî û aborî diparastin, ne PKK û ne jî weke kesekî siyasî Abdullah Ocalan hebû. Rastîya hebûna miletê Kurd û Kurdistanê nikare bi kesekî ya jî partîyekê ve bê girêdan.
2. Miletê Kurd xwedî ziman û kultureke dewlemend û kevneşopîyek dîrokî ye
Ziman û kultura kurdî, ziman û kulturek gelekî dewlemend û xwedîyê kevneşopîyeke dîrokî ye. Teva ku demeke dûr û dirêj miletê Kurd li ser xaka xwe nebûye xwedîyê desthilatdarîyek siyasasî û dewletek serbixwe jî zimanê kurdî li hemberî vê asîmîlasyona dijwar û hovana ji holê nehatîye rakirin. Bi zaravayên kurdî yên cihê ango bi kurmancî, soranî, kirdkî û hewremanî edebîyatek gelekî dewlemend hatiye afirandin.
Fîlozof, helbestvan û nivîskarên weke Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Pîrêmêrd, Hecî Qadirê Koyî, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj û bi sedan kesên din ku berhem û şaheserên hêja afirandine; berhem û şaheserên ku dikarin bi edebîyat û berhemên dunyayê re rikberîyê bikin li dû xwe hiştine.
Zimanê kurdî îro di zanîngehan, dibistanan, di dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê, di dibistanên Rojavayê Kurdistanê de weke zimanê perwerdeyê, di warê weşan û çapemenîyê de, di nava civakê de zimanekî zindî, dewlemend û xwedî fonsîyon e. Li gorî gelek zimannasên navdar yên dinyê jî zimanê kurdî yek ji zimanên herî kevnare û dewlemend e.
Gelo kesekî ku şahesera Ahmedê Xanî Mem û Zîn û Dîwana Meleya Cizîrî, helbestên Feqîyê Teyran û hwd xwendibe; dikare sivikayî û bêrêzîyek weha li miletê Kurd, edebîyat, kultur û zimanê kurdî bike û bibeje: “Kurd li Dersimê, Çewlîkê, Zagrosê kavil û bermayîyê kulturî ye. Qebîleyên jihevketî, zimanekî bêfonksîyon, hûrikên terîqetan û şerên malbat û eşîran. Weke sergokî, civateke sergo, goristanek...“
Em nizanin bê Abdullah Ocalan çend kitêbên kurdî xwendîye, di derheqê dîroka ziman, çand û edebiyata kurdî de çiqasî xwedîyê aghadarîyên rasteqîn, têr û tije ye; lê bi qasî ku em taqîb dikin, wî heta niha kitêbek, broşurek, heta belavokek bi kurdî nenivîsandîye ya jî neweşandîye. Eger serok û berpirsiyarekî “li hemberî dagirkerî, kolonyalîstî û asînlasyonê û bi armanca dewletek serbixwe, demokratîk, sosyalîst û yekgirtî” dest bi şerekî çekdarî kiribe û ewqas sal hê kitêb û broşurek bi kurdî nenivîsandibe; gelo di warê zimanê kurdî û asîmîlasyonê de çiqasî berpirsiyarî û wezîfeyên xwe pêk anîye? Eger bepirsiyar û siyasetmedarekî di warê zimanê kurdî de wazîfe û berpirsiyarîya xwe bi cih neanîbe; ew bi xwe nikaribe kitêb û broşurekê bi kurdî binivîse, ya jî nenivîsandibe; ma gelo ne lazim e bi kêmanî di vî warî de “bêdeng” bimîne; neheqî û bêrêziyê li ziman û kultura kurdî neke!
Divê weke têbiniyek taybetî bînim ziman ku programa PDKT ya 1965an bi kurdî hatiye nivîsandin û dûre wergera wê ya tirkî hatiye çê kirin. Ev bi serê xwe helwestek siyasî û girîng e. Lê gelo tu program û manîfestoyên PKK pêşî bi kurdî hatine nivîsandin?
Stûnek esasî ya hebûna miletekî zimanê wî ye. Eger serokekî, birêvebirekî, heta siyasetmedar û rewşenbîrekî miletekî bindest bi zimanê xwe nexwîne, nenivîse û bi zimanê xwe siyasetê neke, di encamê de ew dê xizmetê ji dewleta dagirker û siyaseta asîmlasyonê re bike.
3. Di programa PDKTyê de, pênasekirina Kurdistana Tirkîye û statuya siyasî
PDKT di xala 2 û 3an de, li “Tirkîye û Kurdistana Tirkîyeyê” daxwaz û mafên miletê Kurd yên siyasî, kulturî û aborî; dîyarkirina sînor û statuya Kurdistana Tirkîye: awayê îdareya herêmî ya Kurdistana Tirkîyeyê; naskirina resmî ya zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî, program kirîye:
”Divê li Cumhûrîyeta Tirkîyê da, mafên Siyasî, Aborî û Kulturî yên miletê Kurd bê naskirin; divê di Qanûna Esasî de cih bigre ku Dewleta Tirkîye ji Kurd û Tirkan pêk hatîye û herdû milet bi her awayî wek hev in;
divê kurd li parlemanê li gorî nifûsa xwe bêne temsîl kirin û di Heyeta Wekîlan de cih bigrin; divê sînorên Kurdistanê bê keşîfkirin; divê herêma Kurdistan Tirkîyeyê ji alîyê walî, sererkên îdarî, edlî û memûrên kurdan ve bê îdarekirin; divê li Kurdistana Tirkîyeyê zimanê kurdî, zimanê resmî be; divê li dibistan û unîversteya perwerde bi zimanê kurdî be; divê li Kurdistanê radyo û televizyon bi zimanê kurdî vebin, divê kitêb, kovar û rojname bi zimanê kurdî bên çapkirin; divê ji îlim û îbadetên dînî re, mela û îbadetxaneyên lazim bi destê dewletê, bêkanî were pêkanîn…”
Di xala 4, 5, 6 û 7an jî PDKTyê daxwazên avakirina neweşxane, dibistan, çêkirina rêyan, çêkirina sed û berajan ji bo cotkarîyê, derxistina petrol û madenên li Kurdistanê û %75ên hatinên ji petrol û madenên Kurdistanê, li Kurdistanê bê bikaranîn û hwd hatîye program kirin...(23)
Gava em li ”paradigma û entegrasyona demokratîk” yên bi navê Abdullah Ocalan têne belavkirin dinerin; em bi vê zalalîye wan daxwazên siyasî, kulturî û aborî yên ku di salên 1965an de hatine kirin, nabînin. Berevajîyê wê; Abdullah Ocalan di “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“ de, pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, weke pirsa miletekî bindest û welatekî dagirkirî, weke pirsa mafên neteweyî, demokratîk û kulturî yên miletê Kurd û kurdistanîyan pênase nake. Berevajîyê wê, ew mafên miletê Kurd yên neteweyî û kulturî weke “netewepestîya tundî“ destnîşan dike:
“Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyoloiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“
Abdullah Ocalan dixwaze pirsa miletê Kurd û Kurdistanê di nav sînorên “Komara Demokratîk ya Tirkîyeyê“ de sînordar û hefs bike.
Abdullah Ocalan ji bo li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî mafê dewletbûna miletê Kurd bi kar bîne, têgeha “netewe-dewletê“ li gorî xwe şîrove dike û şolî dike. Ew mafê herî rewa yê “qedera xwe tayinkirinê“ ji bo miletê Kurd naxwaze. Mafên miletê Kurd yên neteweyî bi hinek têgehên naveroka wan ne zelal û utopîk şolî dike. Di belgeyên Kongreya 12an de, paradîgmaya Abdullah Ocalan ya di warê “çareserîya pirsa Kurd“ de weha hatîye dubare kirin:
“Ew (Abdullah Ocalan), perspektifa Civaka Demokratîk, Welatê Hevbeş, weke hîmên damezrîner yê gelên Kurd û Tirkan dibîne; perspektîfa Komara Tirkîyeya Demokratîk û têgihîştina Neteweya Demokratîk, weke çarçeweya çareserîya pirsa Kurd dibîne û diparêze...“ (24)
Abdullah Ocalan ji bo perçeyên din yên Kurdistanê jî bi tundî li dîjî avakirina dewletek serbixwe, federal, konfederal ya jî otonomîyê ye. Ji bo vê armancê jî ew hewl dide ku di vî warî de hinek îdeolojî û teorîyên bêbingeh û têgehên utopîk biafirîne:
“Netewe-dewlet jibo kapîtalîzmê xizmet kirîye. Û ev model modelekî kapîlast e. Sedemê hûrbûna me ya li ser îdeolojîya Sosyalîst û hewildana me ya ji bo demokratîzekirina wê ev e... Netew-dewlet weke karekterîstîk desthilatperestî ye...
Netewe-dewlet li dijî sosyalîzmê ye, wê dejenere dike. Loma jî, me hem fikir û remana netewe-dewletê û hem jî armanca wê serûbinî hevdû kir. Di şûna wê de, me got neteweya demokratîk.
“Netew-dewletê ncuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“
Abdullah Ocalan bi van teorî, perspektîf û paradêgmayên utopîk, hewil dide ku mafên miletê Kurd û pêkhateyên kurdistanê yên neteweyî û demokratîk; mafê qedera xwe bi destê xwe tayinkirinê; mafê avakirina dewletek serbixwe ya jî federasyonê şolî bike û tune dihesibîne. Ew dixwaze bi hinek têgehên utopîk û xav ku naverokên wan ne zelal yên weke “Komara Demokratîk“, “Civaka Demokratêk“, “Welatê Hevbeş“, “Neteweya Demokratîk“, “Komara Tirkîyeya Demokratîk“, “Konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn“ miletê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê “entegreyî“ dewletên dagirker Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê bike û statukoya wan dewletên dagirker û kolonyalîst biparêze.
“Kurd yekitya xwe bi çar netewe-dewletên cîran re bi entegrasyona demokratîk îfade dike; ji pêwendîyên bi neteweyên din yên dinyê re jî em dibêjin Enternasyona Komunal…” (25)
Li gorî perspektîfên Abdullah Ocalan, netewe-dewlet nikare bibe mekanîzmeyek çareserîya pirs û pirsgirêkan. Dewlet nakokî, pirs û pirsgirêkan diafirîne û nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Eger “netewe-dewlet bersîva sosyolojîya civaka dîrokî nade” ji bo çi Abdullah Ocalan li dijî netewe-dewleta tirk, ereb û farisan dernakeve?
Ji bo çi ew dixwaze li van dewletan jî pêvajoyên weke “pêvajoya li Tirkîyeyê” dest pê bikin û miletê Kurd “entegreyî“ wan dewletan bibe?
Eger “netewe-dewlet bersîva sosyolojîya civaka dîrokî nade”, ji bo çi îro li Cîhanê 212 dewlet hene? Hinek ji van dewletan, nifûsa wan ji milyonekê kêmtir in. Weke nimûne, Luxembûrg, Malta, Andora, Dominika, Monako û hwd. Ji 212 dewletan 193 dewlet endamên Yekitîya Neteweyan in û li ser çarenivîsa bûyer û pêşhateyên dinyayê; herweha li ser çarenivîsa miletê Kurd jî biryaran didin. Li Kurdistanê, nifûsa kurdan zêdeyî 50 milyonî ye, lê ew ne xwedîyê dewletek serbixwe ye. Kurdîstan weke welat û kurd jî weke miletekî serbixwe di Yekitiya Neteweyan de nayê temsîl kirin û mafê wî yê dengdanê tuneye.
Gelo, gava li Cîhanê ewqas dewlet hebin û gelek ji wan dewletan nifûsa wan kêmî milyonekê bin, ji bo çi mafên dewletbûnê ji bo miletê Kurd û kurdistanîyan “bersîva sosyolojîya civaka dîrokî nade”?
Divê vêya baş bê zanîn ku eger miletê Kurd û kurdistanê li ser axa bav û bapîrên xwe yên qedîm bi awakî rasteqîn nebin xwedîyê statuyek siyasî û nebin desthilatdar,“ew dê nikaribin goristanên bav û papîrên xwe dahî biparêzin“!
Weke tê zanîn, dewleta Tirkîyeyê li ser esasê înkar, îmha û asîmlasîyona miletê Kurd û pêkhateyan û weke dewletek dagirker û kolonyalîst hatiye avakirin. Ev zêdeyî 100 salî ye jî vê siyaseta xwe dididomîne. Qanûna Bîngehîn ya vê dewletê jî li ser stûnên “yek milet, yek dewlet, yek al û yek zimanî; li ser esasê welatê Tirk, hebûna wî ya ebedî û yekparetîya Dewleta Tirk ku nayê perçekirin” hatiye damezrandin. Ev stûn û easên ku Qanûna Bingehîn li ser hatiye avakirin, "nayên guherandin û li ser wan gotûbêj nayên kirin".
Bi dewletek weha dagirker û siyasetek weha nîjadperest ku karbidestên wê tehamul nakin dayikek Kurd li "Komîsyona Piştgirîya Neteweyî Biratî û Demokrasîyê" bi kurdî bipeyive, dê çawa "Komarek Demokratîk ya Tirkîyeyê" bê avakirin, bi serê xwe mijarê gotûbêjek taybetî ye.
Divê em qebûl bikin ku Abdullah Ocalan di warê pirsa neteweyî, demokratîk, kulturî û civakî ya miletê Kurd û Kurdistanê de, bi awakî “profesyonel” ”takîye” dike û dixwaze serê xelkê bi tegehên bêbingeh, utopîk û xeyalî yên weke “Komara Demokratîk“, “Civaka Demokratîk“, “Welatê Hevbeş“, “Neteweya Demokratîk“, “Komara Tirkîyeya Demokratîk“, “Konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn“ tevlihev bike.
Ew weke ku mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û civakî dixwaze dike; lê di rastîya xwe de, ew Kurdistanê weke welakî dagirkirî, dabeşkirî û kolonîkirî nabîne, miletê Kurd jî weke miletekî bindest nabîne.
Ew weke ku li dijî ”netewe-dewletan” derdikeve; lê ew di rastîya xwe de li dîjî netewe-dewletên dagirker û kolonyalîst yên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûryeyê dernekakeve, berevajîyê wê ew sînorên siyasî û statokoya wan dewletan diparêze; ew dixwaze miletê Kurd ”kedî” bike û bi wan dewletan re ”engre” bike.
Ew weke ku statuyekê ji bo kurdan dixwaze, lê di rastîya xwe de ji bo miletê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê nebe xwedî statuyek siyasî, heta ji bo ev statuya federal ya Başûrê Kurdistanê jî ji holê bê rakirin, çi ji destên wî tê dike.
Ew weke ku li dijî asîmîlasyonê derdikeve; lê di pratîkê de berevajîyê wê dike, zimanê kurdî weke zimanekî ”bêfonksyon” dibîne û bê rêzîyê li miletê Kurd, ziman û kultura kurdî dike…
Gelo miletê Kurd li herêmek weke Rojhilata Navîn, di nav çar dewletên nasyonalîst, dagirker û kolonyalîst de, bê ku li ser xaka Kurdistanê xwedîyê desthilatdarîyek siyasî be, bê kû xwedîyê hêzek xweparastinê be, bê ku xwedîyê zimanekî resmî û perwerdeya bi zimanê kurdî be, bê ku xwedîyê partî û dezgehên azadîxwaz, neteweyî, kulturî û civakî be, dê çawa bikaribe li hemberî van êrîşên piralî yên hovane li ser lingan bimîne û mafên xwe yên siyasî, neteweyî, kulturî, demokratîk û civakî bi dest bixe?
Di Encamê de, divê em carek din bi awakî zelal bînin ziman ku pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, pirsek siyasî, neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî ye. Pirsa parastin, xurtkirin û nûjenkirina hişmendîya neteweyî û kurdistanî ye. Pirsa bi awakî azad û demokratîk, mafê çarenivîsa miletê Kurd û kurdistanîyan e. Di vî warî de; mafê herkesî û her rêxistinê heye ku bîr û bawerîyên xwe bibêjin; lê mafê tu kesî ya jî rêxistinekê tuneye ku bi serê xwe li ser navê miletê Kurd û kurdistanîyan biryarê bide. Di warê çarenivîsa xwe de, tenê miletê Kurd û kurdistanî dikarin bi awakî azad û demokratîk biryara xwe ya dawî bidin.
Divê dewletên dagirker yên herêmê û dewletên mezin û emperyal jî vê rastîyê bibînin ku heta pirsa mileletê Kurd û Kurdistanê bi awakî rasteqîn û dadwerî neyê çareserkirin, dê li Rojhilata Navîn şer û pevçûn berdewam bikin û dê aştî û aramî neyê herêmê.
Bi minasebeta 61 salîya damezrandina Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê (PDKT) û 60 salîya şehadeta serokê PDKTyê Av. Faîk Bucak de, ez nemir Faîk Bûcak û hemû damezrêner û endamên PDKT ku ji nav me bar kirine bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew dê di nav xebat û têkoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk de her bijîn!
----------------------------------------------------------------------------------------------
TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
(17) Epözdemir, Şakir, Mart 2005, Türiye Kürdistan Demokrat Partisi 1968/235 Antalya Davasi, İstanbul: Perî Yayınları.
(18) Pêşgotina Program û Destûra PDKT, 1965
(19) Demokratik Komünal Toplım Manifestosu, Weşanên Meyman, r.246)
(20) Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025
(21) Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025)
(22) Demokratik Komünal Toplum Manifestosu, Weşanên Meyman, r.240-241)
(23) Destûra Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê, Diyarbekir-1965
(24) Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025
(25) Demokratik Komünal Toplum Manifestosu, Weşanên Meyman, r.348)