Urdin êrişa ser ofîsa Mesrûr Barzanî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şahnişîna Urdinê êrişa dronî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kir û ev yek wekî "binpêkirina serweriya Iraqê" binav kir.
Wezareta Derve û Karên Koçberan a Urdinê îro 18ê Tebaxa 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, Urdin van êrişan wekî "destdirêjiyeke nayê qebûlkirin" û binpêkirina asayîş û aramiya Iraqê dibîne.
Wezaretê tekez kir jî, Urdin di her warî de hevxem û piştgirê Komara Iraqê û Herêma Kurdistanê ye. Herwiha diyar kir ku Emman piştgiriya hemû wan gavan dike ku ji bo parastina serwerî û ewlehiya axa Iraqê tên avêtin.
Ev helwesta Urdinê piştî êrişên dronî yên li ser Hewlêrê hat, ku di astên navxweyî û navneteweyî de bûne sedema nerazîbûnên tund.