Siûdiyê êrişa ser ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî êrişên li ser Herêma Kurdistanê û ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar kirin û ev wekî "binpêkirina aşkere ya serweriya Iraqê" binav kir.

Wezareta Derve ya Şahnişîna Erebistana Siûdî îro 18ê Tebaxa 2026an daxuyaniyek weşand û tê fr êrişa dronî ya ku ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiribû armanc, bi tundî hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat, ev cure êriş binpêkirina serweriya Komara Iraqê û ewlehiya axa wê ne. Siûdiyê her cure kiryarên dijminane yên ku kesayet an jî saziyên dewletê dikin armanc û aramiya welat têk dibin, red kir.

Wezareta Derve ya Siûdiyê helwesta xwe ya neguher dubare kir û ragihand, ew destwerdana karên navxwe yên welatan û binpêkirina serweriya wan bi ti awayî qebûl nakin. Herwiha bang hat kirin ku divê rêz li prensîbên "cîrantiya baş" û yasayên navneteweyî were girtin.

Ev helwesta fermî ya Erebistana Siûdî di demekê de tê, êrişa dironî ya li ser Hewlêrê di astên navxweyî û navneteweyî de rastî şermezarkirinên tund hatibû.