Bihayên benzîn û mazotê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê zêde bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de bihayên sotemeniyê gihandine lûtkeyê û bandoreke rasterast li bazarên navxweyî kiriye. Ji ber van pêşveçûnan, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bihayê benzîn û mazotê ji îro ve bi awayekî berçav zêde bû.
Ji ber bûyer û aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de, bihayê sotemeniyê li Tirkîyeyê bilind bû. Di vê çarçoveyê de bihayê benzînê 2 lîre û 48 kurîş, bihayê mazotê jî 7 lîre û 72 kurîş zêde bû û ev buhayên nû ji îro ve ketin rewşê.
Rageşiya Îsraîl û Îranê ya li Rojhilata Navîn rasterast bandorê li bazarên enerjiyê yên cîhanî dike û zêdebûna bihayên petrolê yên navneteweyî rasterast û nerasterast bandorê li bihayên sotemeniyê yên li Tirkiyeyê û bajarên Bakurê Kurdistanê dike.
Bi vê zêdebûna nû re, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê lîtreya benzînê ji 70 lîreyan û bihayê lîtreya mazotê jî ji 90 lîreyan derbaz bû. Ev zêdebûn di heman demê de rê li ber fikarên zêdebûna bihayê kelûpelên rojane û xizmetkariyan jî vedike.