Li Diyarbekirê tundiya li ser jinan li gorî sala borî %36 zêde bûye

Diyarbekir (K24) - Tora Pêşîlêgirtina Tundiyê ya Diyarbekir derbarê tundiya ser jinan de raportek aşkere kir kur aport dide zanîn nava salekî de tundiya ser jinan %36 zêde bûye. Nunerên rêxistinên jinan bal kêşandin ku êdî jin hatine wê astê dema rastî tundiyê tên saerî li saziyên fermî nadin û dibêjin ji xwe ti encamek jê dernakeve. Rêxistinên jinan hişyarî dan ku tundî gihştiye asteke metirsîdar û divê hemî saziyên fermî û sivîl hember vê rewşê tevbigerin û bergiriyan bistînin.

Di 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de ji aliyê Tora Tekoşîna Dijî Tundiyê ya Diyarbekir ve raportek a tundiya ser jinan hat amadekirin. 

Raportê daneyên navbera 23yê mijdara 2025an û 23yê mijdara 2026an berhev kiriye û li gorî raportê di salekê de 7 hezar û 145 bûyerên tundiyê û binpêkirina mafan rû dane û tundîya ser jinan li gorî sala borî %36 zêde bûye. 

Nunerên rêxistinên jinan dibêjin tundiya ser jinan pirsgirêkek navneteweyî ye û li Tirkiyeyê jî asteke metirsîdar de ye ku divê yasayên bibandor û gavên pêşîlêgir werin avêtin.

Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rozayê Esra Çîçek Mercan di vî warî de ragihand: “Dawî li tundiyê nayê ji ber ku pergl a meran e, ev yek di qada navneteweyî de jî wisa ye û li Tirkiye zêdetir e, kesên xwedî hêz bin tundiyê li dijî kesên bêhêz tînin.”

Li gorî raporta tundiya ser jinan di nava sala borî de 4 jin hatibûn kuştin lê îsal ev hijmar bûye 17, li gorî serîlêdanên jinan ên ji ber tundiyê serîlêdanên tundiya dêruniyê %34, serîlêdanên tundiya darayî %58, serîlêdanên tundiya fîzîkî %43, tundiya zayendî %27, tundiya dîjîtal %22 zêde bûne ku mafnas dibêjin tundiya ser jinan di hemî qadên jiyanê de xwe dide der.

Endama Rêveberiya Baroya Diyarbekirê Şîlan Çelîk jî ragihand: “Jinên ku serî li qereqolê didin baş nayên parsatin, mêrên ku ji ber tundiyê siza distînin ji berk û sizayeke kêm distînin zû derdikevin û dema derdikevin dîsa tundiyê li dijî jinan bi kar tîninü mafên jinan nayê parastin.”

Mafnas dibêjin ji ber du sedeman tundiya ser jinan bi dawî nabe sedema ekê ew e ku jinên serî li saziyan didin nay3en parsatin, ya duyem jî ew e ku tawanbar sizayeke pêşîlêgir nastînin.