Parlamenterên Brîtanyayê daxwaza parastina qewareya Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Parlamentoyî ya Hemî Partiyên Brîtanyayê ji bo Piştgiriya li Gelê Kurd nîgeraniya xwe li hember aloziyên di navbera Hikûmeta Federalî ya Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand û daxwazê ji her du hikûmetan dike ku aramiya xwe biparêzin, xwe ji her pêşhateke leşkerî dûr bikin û bi rêya danûstandinan bigihîjin lihevkirineke dadperwerane.

Di wê daxuyaniyekê de, ku ji aliyê Hevserokên Koma Parlamentoyî Feryal Clark û Peter Lamb (ku ji endamên her du encûmenên Parlamentoya Brîtanyayê yên ji partiyên cuda pêk tê) ve hatiye belavkirin, amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Serokwezîrê Îraqê li roja 24ê Mijdara 2026ê, ferman daye desthilatên federalî ku kontrola deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û wan zeviyên petrolê bikin ên ku di bin kontrola ewlehiyê ya Kurdan de ne, herwisa biryar daye ku hinardekirina petrolê tenê bi razîbûna Wezareta Petrolê ya Federalî be.

Koma navbirî behsa wê yekê jî kiriye ku ew rêkar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemî aliyên siyasî yên Kurdistanê ve hatine redkirin û ew zimanê ku di ragihandina biryaran de hatiye bikaranîn jî, tirsa çêbûna pevçûn û rûbirûbûnê jê peyda bûye.

Pêgeha destûrî, danûstandinên niştimanî û mûçeyên fermanberan

Parlamenterên Brîtanyayê tekez dikin ku Herêma Kurdistanê qewareyeke federalî ye û di Destûra sala 2005ê ya Îraqê de îtîraf pê hatiye kirin, pirsgirêkên demdirêj û aloz ên wekî petrol, dahat, gumrik û birêvebirina sînoran jî tenê bi rêya danûstandin, lihevkirin û rêzgirtina li maf û berpirsiyariyên destûrî yên her du aliyên Bexda û Hewlêrê bi awayekî berdewam tên çareserkirin. Herwisa hişyariyê didin ku pêngavên yekalî û zimanê leşkerî metirsiya xurtkirina parvebûnan û têkdana tenahiya Îraqê heye.

Di wê daxuyaniyê de pêşwaziya wan danûstandinên niştimanî hatiye kirin ên ku biryar e di 1ê Berçileyê de dest pê bikin û daxwaz ji hemî aliyan hatiye kirin ku bi niyeteke pak biçin pêş û kar ji bo lihevkirineke herdemî bikin, di nav de derbazkirina Qanûna Federalî ya Petrol û Gazê ku ev demeke dirêj e hatiye paşxistin. Herwisa piştrast dikin ku divê her lihevkirinek debara jiyana xelkê Herêma Kurdistanê biparêze û dabînkirina mûçeyên fermanberên sektora giştî di dema xwe de garantî bike.

Metirsiya DAIŞê û pêngava Hikûmeta Brîtanyayê

Di derheqa peywendiyên Londonê de jî, wê komê amaje bi hevpariya dîrokî ya Brîtanyayê ligel Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye û ragihandiye ku hêzên Pêşmergeyan mil bi milê Brîtanya û Hevpeymanan ji bo şikandina DAIŞê şer kiriye û netenahiya niha metirsiya peydakirina derfetê ji bo dîsa serhildana wê rêxistinê heye. Lewma daxwazê ji Hikûmeta Brîtanyayê dikin ku peywendiyên xwe li Bexda û Hewlêrê bi kar bîne, ji bo paldana arambûnê, piştgirîkirina danûstandinên avaker û parastina lihevkirinekê ku rêzê li Destûra Federalî ya Îraqê bigire.

Her di wê çarçoveyê de, Koma Parlamentoyî ya Hemî Partiyan ji bo Karûbarên Kurdan daxwaza civînekê ligel Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Stephen Doughty kiriye daku bersiv û helwesta Hikûmeta Brîtanyayê nîqaş bikin.

Daxwazeke din a parlamentoyê ji bo danûstandinên yekser

Li aliyekî din jî, Koma Parlamentoyî ya Hemî Partiyan ji bo Herêma Kurdistanê ya Îraqê (APPG on the Kurdistan Region of Iraq) bi serokatiya endamê parlamentoyê John Slinger di daxuyaniyeke cuda de di roja 25ê Mijdara 2026ê de, gefên ji nişkê ve û bêhincet ên Serokwezîrê Îraqê yên li ser Herêma Kurdistanê wekî "cihê nîgeraniyeka mezin û cihê xemê" wesif kirin.

John Slinger amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew gef gumanê dixin ser Destûra sala 2005ê ya Îraqê, ku di referandûmekê de hatiye pejirandina û bingeha federalîzm û mafên Kurdan tê de hatiye çespandin. Herwisa ragihandiye: "Em tê digihîjin ka çima hevpeymanên me li Herêma Kurdistanê gelek nîgeran in, ji ber ku ji bo wan ev pirsa hebûn û manê ye; lewma em daxwaza danûstandinên yekser di navbera Bexda û Hewlêrê de dikin ku tenê li ser bingeha Destûra Îraqê be."