Hinartina petrola Herêmê dê rojane bigihîne milyon bermîlî
Herêmê petrol xwe bi riya benderê Cîhan bi şêweyekî serbixwe difroşe
K24 – Hewlêr
Cîgirê serokê komîta Samanên Sirûştî di perlemantoya Kurdistanê de ragehand “Di dema bê de astê hinartina petrola Herêmê ji 600 hezar bermîl di rojekê de, ta dawiya îsal dê bigihe milyon bermîl di rojekê de.”
Dilşad Şaban eşkere kir “Piştî ku Bexdad pabendî rêkeftina xwe bi Herêmê re nebû, mafên darayî yên Herêmê jî nehinartin, herêmê li gor qanona bodceya Iraqî dest bi kêmkirina petrola xwe kir û niha petrola xwe bi riya benderê Cîhan bi şêweyekî serbixwe difroşe.”
Navborî got jî “Ji bilî kêlgehên Kerkûkê, Herêm rojane ji kêlgehên xwe 500 hezar bermîl dihinêre derve, çaverê ye ku di meha bê de jî bigehe 600 bermîl di rojekê de û ta dawiya îsal de jî bigehe milyon bermîl di rojekê de.”
Petrola Herêma Kurdistanê bi riya companiya “SOMO” tê hinartin.