Kirîza darayî dibe sedema rawestandina 6 hezar proje li Herêma Kurdistanê
Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi milyarek dolar heye
K24 – Hewlêr
Hemû hewlên Bexdayê bo zalkirina Herêma Kurdistanê bi birîna para wê ji bodceya giştî bi xweragirtina gelê Kurdistan hatin têkbirin.
Peyvdarê fermî yê bi navê hukûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro ragehand ku kirîza darayî ya Herêmê bûye rawestandina 6 hezar projeyên curbecur. Nîşana wê yekê jî da, ku vê krîzê hêşt mendeyê aborî di tevgera bazarganiyê de çê bibe.
Dizeyî diyar kir jî, pêdewîstiya Herêmê bo dabînkirina mûçeyan û xerciyên curbecur mehane digehe milyarek dolar, hinartina petrolê yekser dê 800 ta 900 hezar dolar ji herêmê re dabîn bike.
Herwiha amaje kir jî ku partiyên siyasî yên di hukûmeta Herêmê de û fraksiyona Kurdî di perlemantoya Iraqê de jî alîkariya Herêma Kurdistanê dikin bo dîtina çareseriyên krîza aborî.
Li ser kêmbûna benzînê li parêzgehên Herêmê Dizeyî tekez kir ku ti pirsgirêk tune ye, krîz tenê teknîkî ne. Lewre hukûmet tibaba pêwîst bi buhaya bilind ji derve dikre û bibuhaya erzan li bazara herêmê difroşe.