Di Tîrmehê de 19 milyon bermîl petrol hatiye hinardekirin
Rojane zêdetir ji 516 hezar bermîl petrol tê hinartin

K24-Navenda Nûçeyan
Wezarta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di meha derbasbûyî de zêdetirî 19 milyon bermîl petrol hinartine Bendera Ceyhanê.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê da ku rojane zêdetir ji 516 hezar bermîl petrol şandine Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê.
Herwiha behsa wê yekê jî dike ku nêzîkê 12 milyon bermîl ji kêlgehên Herêma Kurdistanê û zêdetir 998 hezar bermîl jî ji kêlgehên Kerkûkê berham anîne.
Destpêka Tîrmeha îsal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku petrolê bi rêya Tirkiyê bi awayek serbixwe bifiroşe, bêyî ku ji Bexdayê destûr bistîne.