Mistefa: Arîşeya PKK û Tirkiyê navxweyî ye

“Herêma Kurdistanê naxwaze baca wê milmilaneyê bide”

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, arîşeya Tirkiyê û PKK navxweyî ye û “Herêma Kurdistanê naxwaze bacê bide.”

Felah Mistefa di hevpeyvînekê de ligel televîzyona CNN duh, 11ê Tebaxê, balkişande ser aloziya di navbera Enqere û PKK de û  got: “Em naxwazin Herêma Kurdistanê bacê bide, ji ber ku ew ne arîşeya me ye, ev milmilaneyeke siyasî û leşkerî ye.”

Mistefa tekez li ser helwesta Herêma Kurdistanê derbarê pêwîstia vegera Enqere û PKK bo ser mêza danûstandinan de, kir.

Navborî beşdariya Tirkiyê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de bi girîng da zanîn û wiha berdewam kir: “Lê em di heman demê de ji arîşeya girêdana PKK bi DAIŞê ve dinalênin, ji ber ku operasyonên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê aloziyên herêm zêdetir kirin, di demekê de ku pêwîstiya wê bi aramî û ewlehiyê heye.”

Herwiha diyar kir ku çareserkirina arîşeyên Tirkiyê û PKK bi rêya aştiyê “di berjewendiya Enqere, PKK û Hewlêrê de ye.”