Niqaşên li ser pereyên YE dide Tirkiyê

Piştî lûtkeya li Brûkselê Yekîtiya Ewropayê biryar da ku bo penaberan 3 mîlyar Euro alîkariyê bide Tirkiye. Bi vê biryarê niqaşên nû destpê kirin.

Niqaşên li ser alîkariya Yekîtiye Ewropa ku dê bo penaberan bide Tirkiyê berdewam e. Pispor dibêjin ku bo ev alîkarî bi awayekî rast were bikaranîn, divê dewlet bi zelalî tevbigere.

Piştî lûtkeya li Brûkselê Yekîtiya Ewropayê biryar da ku bo penaberan 3 mîlyar Euro alîkariyê bide Tirkiye. Bi vê biryarê niqaşên nû destpê kirin.

Berpirsa Komeleya Rojeva Zarokan û Koordînatora Penaberan Ezgi Koman dibêje ne dayîna alîkariyê lê bikaranîna wê girîng e: “Bi rastî jî em nizanin bê ew alîkariya bo penaberan tê şandin, çawa tê bikaranîn. Tiştekî zelal li holê nîn e. Hinek kamp hene. Li wan kampan jiyaneke çawa heye. Çawa mafên mirovan tên binpêkirin. Em li ser vê yekê jî tiştekî nizanin.”

Pisporê Rojhilata Navîn Hayati Unlu jî got ku çareserkirina pirsa penaberan di qadên navneteweyî de baş nehatiye gotûbêjkirin û Tirkiye jî ne ji aliyê pereyan lê belê bi hêstên mirovane li penaberan dinere: “Tirkiye bi helwesteke mirovane tevdigere. Ewropa xwe şaş dide nasîn. Ewropa bi awayekî materyalist li mijarê dinêre. Yên alîkariya mirovî dikin, ew ên bi biryar bin. Piştgiriya bo alîkariya mirovî ya dewletê zêde dibe.”

Li gorî pisporan çareseriya rastîn a pirsa penaberan ne ew e ku Tirkiye bike kampa penaberan lê çareseriya rast bidawîbûna tundiya DAIŞê ya li Rojhilata Navîn e.

Niqaşên li ser pereyên YE dide Tirkiyê
Fly Erbil Advertisment