Tundiya dewletê jiyana zarokên Kurd tevlîhev dike
Li gor lêkolînekê tundiya dewletê bandoreke gelekî nebaş li zarokan dike û herwiha dewlet bi polîtîkayên xwe yên şer zarokên Kurd tune dihesibîne.
K24 - Enqere
Derbarê jiyana zarokên Bakurê Kurdistanê de lêkolînek hate kirin. Li gor vê lêkolînê tundiya dewletê bandoreke gelekî nebaş li zarokan dike û herwiha dewlet bi polîtîkayên xwe yên şer zarokên Kurd tune dihesibîne.
Derbarê bandora şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê ya li ser zarokên Kurdan lêkolîneke civakî hat kirin. Encamên lêkolînê bi panelekê hatin aşkerekirin. Pisporê Siyasetê Sedat Yagcıoglu di panelê de diyar kir ku serpêhatiyên zaroktiyê yên li bajarên Kurdan û bajarên Tirkan gelekî ji hev cûda ne.
Yağcıoğlu got ku zarokên Kurdan hay ji polîtîkayên dewletê yên ku nasnameya wan tune dihesibîne heye û bo vê yekê zarok tevlî çalakiyên li kolanan dibin: “Dewlet, van zarokan tune dihesibîne ku ew Kurd in. Pirsgirêka serekî ya zarokên li Kurdistanê ew e ku di nav şer û pevçûnan de mezin dibin. Tundiya rojane, tundiya dewletê û hêza leşkerî qada jiyanê ya zarokan ji holê radike.”
Prof. Dr. Mine Gencel Bek jî ragihand ku bi awayekî cidî mafên zarokên Kurd tên binpêkirin û desthilatdarî jî bi helwêsta xwe wan cuda ji zarokên bajarên din dibîne: “Em di mijara lêkolînkirina li ser zarokan bi UNİCEFê re dixebitin. Em bi çavekî medyayî li lêkolînên derbarê zarokan de dinerin. Nêrîna wan zarokan û nerîna zarokên li bajarên Tirkiyê ne wekî hev e. Zarokên li herêmê xwe zarok nabînin.“
Herçiqas zarokên Kurd xwe wekî zarokan nebînin jî akademisyen dibêjin zarok li her derê zarok in û Tirkiye digel ku gelek peymanên navneteweyî yên derbarê parastina zarokan de îmze kirine jî lê mafê zarokan binpê dike.