Îdiaya Rusyayê ya derbarê petrola DAİŞê de tê nîqaşkirin
Ji aliyê Tikriyê ve idîa bi zimanekî tûnd tê derew derxistin û rayedarên Tirk dibêjin gotinên Rusyayê dezenformasyon in.
K24 – Enqere
Rûsyayê idîa kir ku Tirkiye ji daişê petrolê dikire, nîqaşên li ser idîayê jî berdewam in. Ji aliyê Tikriyê ve idîa bi zimanekî tûnd tê derew derxistin û rayedarên Tirk dibêjin gotinên Rusyayê dezenformasyon in.
Gotinên Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dîzayî di çapemeniya Tirk de cihekî berfireh girt. Dizayî diyar kir ku petrola behsa wî tê kirin di ser xeta Kurdistanê re nayê şandin.
Ji Fakülteya Zanistên Siyasî a Zankoya Enqerê Profesor İlhan Uzgel jî girîngî da daxuyaniyên Dizayî û got; “Rastiyek li holê ye ku DAIŞ petrolê difiroşe lê belê çawa difiroşe ev yek ne zelal e.”
Her wiha Uzgel anî ziman ku di qeyrana di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de tiştê ku divê li ser were axaftin mijara PYDê ye. Pisporê Rojhilata Navîn û polîtîkayên Navdewletî Prof. İlhan Uzgel wiha axifî: “Tiştê ku Tirkiye û Rûsya dixwazin li Sûriyê bikin ji hev cuda ne. Tirkiye dixwaze Esad biçe û PYD were lawaz kirin. Lê Rûsya dixwaze Esad lawaz bibe û têkiliyên bi PYDê re werin xurtkirin. Ji ber vê yekê helbet dihat çaverêkirin ku berjewendiyên wan werin hemberî hevdu.”
Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî derbarê daxuyaniyên Dîzayî de got tiştekî veşartî li holê nemaye û eger petrol ji DAIŞê were ji xwe nayê veşartin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan bi awayekî tund li hemberî îdiayên Rûsyayê ên derbarê wî û malbatan wî de derdikeve. Serokwezîr Ahmet Davutoğlu jî van îdiayên Rûsyayê wek derewan bi nav dike û dibêje ev propagandayên tên kirin ji salên şerê sar mane.