Pispor bawer nakin Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê keve
Piştî lûtkeya penaberan a li Brûkselê, gotûbêjkirinên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de, carek din destpê kirin. Hat ragihandin ku bo ev proses baştir û zûtir bibe, rêyeke ku ji 3 qonaxan pêk tê hatiye destnîşankirin.

K24 – Enqere
Piştî lûtkeya penaberan a li Brûkselê, gotûbêjkirinên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de, carek din destpê kirin. Hat ragihandin ku bo ev proses baştir û zûtir bibe, rêyeke ku ji 3 qonaxan pêk tê hatiye destnîşankirin.
Pisporên Siyaseta Navdewletî dibêjin qonaxa yekem û duyem hevkariya aborî û berdewamkirina gotûbêjan e.
Akademisyena Zankoya Maastricht'ê Prof. Dr. Andrea Ott wiha behsa qonaxa sêyem dike “Qonaxa sêyem, tiştên nû ye ku em wekî polîtîkayên penaberan, polîtîkayên li dijî terorê û polîtîkayên enerjiyê ne. Bi xwe gelek pêşveçûnên nû hene. Bi hevkirinên li ser van xalan de proses wê di demeke kurt de birêve biçe.”
Pispor dibêjin têkiliyên di navbera Tirkiyê û Yêkitiya Ewropayê de ji ber Pirsgirêka penaberan xurtir bûye lê belê ew ne bawer in ku wê Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê keve .
Akademisyena ji ZankoyaUtrect'ê Doç. Dr. Nariz Tezcan dibêje: “Niha mijarên girîntir hene. Ez hêvî dikim ku ewê her tişt baş birêve biçe lê belê hêvî û baweriya min ne ewqasî xurt e. Ez ne bawer im ku di demeke kurt de wê Tirkiye beşdarî Yekîtiya Ewropayê bibe. Ev proses wê gelekî bidome”
Pirpor dubara li wê yekê dikin ku Yekîtiya Ewropayê ji bo qeyrana Penaberan bi Tirkiyê hewce bû û bo vê yekê nêzîkî Tirkiyê kiriye lê belê ew bawer nakin ku ji gotûbêjkirinên derbarê endamtiyê de tu encam derkeve.
