Babe Şêx: Divê keç û jinên Êzdî bên rizgar kirin
Babe Şêx ligel şandeke Civata Rûhanî ya Êzdiyan serdana Şingalê kirin û çûn ser mezara Şerfedîn. Babe Şêx li vê derê ew axaftin kir û daxwaz kirk u keç û jinên Êzdî bên rizgarkirin.

K24 - Şingal
Serokê Civata Rûhanî ya Êzdiyan Babe Şêx daxwaza rizgarkirina Keç û jinên Êzdî ji destê DAIŞê kir, daku vegerin Şingalê û ji nû ve ava bikin.
Di vê derbarê de Serokê Civata Rûhanî ya Êzdiyan Babe Şêx ji K24ê re got: "Divê kar were kirin daku keç û jinên Êzdî yên di destê DAIŞê de werin rizgarkirin û vegerin malên xwe û bi zûtirîn dem Şingalê ava bikin."
Babe Şêx ligel şandeke Civata Rûhanî ya Êzdiyan serdana Şingalê kirin û çûn ser mezara Şerfedîn. Babe Şêx li vê derê ew axaftin kir û daxwaz kirk u keç û jinên Êzdî bên rizgarkirin.
Di 13ê Cotmeha borî de Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qezaya Şingalê ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin û niha jî dest bi avakirina wê hatiye kirin.