Gotûbêjên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê disan dest pê dikin

Piştî lûtkeya Brukselê ya ji bo penaberan, Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyê re disa dest bi gotûbêjkirinan dike. Di gotûbêjkirinan de politikayên aborî dê bên axaftin.

K24 - Enqere

Piştî lûtkeya Brukselê ya ji bo penaberan, Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyê re disa dest bi gotûbêjkirinan dike. Di gotûbêjkirinan de politikayên aborî dê bên axaftin.

Yekîtiya Ewropayê beriya du salan dest ji hevdîtinên bi Tirkiyê re berdabû. Lê belê ji bo ku penaberên li Rojhilata Navîn li Tirkiyê bimînin, Yekîtiya Ewropayê careke din dest bi gotûbêjan kir. Ji bo Tirkiyê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê dê proseya entegrasyonê berdewam bike.

Pisporê Tekîliyê Yekîtiyê Ewropayê û Tirkiyê Prof. Dr. Selçuk Çolakoglu da zanîn ku destpêkirina gotûbêjên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê  ji bo penaberan, aborî, siyasî û azadiya çapemeniyê gelekî girîng in: “Hevditîn di salen dawiyê de sekînî bûn û wek ku ew prose xilas bûbû. Bi saya penaberan dîsan tekilî geş bûn. Herwiha divabû ew disan bihataya destpêkirin. Ji ber ku pêdiviya Tirkiye û Yêkîtiya Ewropayê bi hev heye.”

Hiqûqnasê Zankoya Maastrict Prof. Dr. Andrea Ott derbarê mijarê de diyar kir ku Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li ser mijara penaberan wê bi hev re tevbigerin: “Destpêkirina proseyê ji bo her du aliyan gelekî baş e. Ji ber ku di nav her duyan de hem ji aliyê penaberan û hem ji aliyê aborî ve peyman heye. Yekîtiya Ewropayê hewcedarê dinamîkên Tirkiyê ye.”

Niha beşa 17. A gotûbêjan dest pê dike. Bi vê beşe Tirkiye di proseya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de ji 35 beşan, 15 beşan xelas dikin. Bi vê beşê dirok nayê zanîn wê Tirkiye çi demê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Lê belê pispor dibêjin berdewamkirina vê proseyê ji bo aliyan pêşveçûneke gelekî baş e.

 

Fly Erbil Advertisment