Sazî û sendîkayan li dijî şer nerazîbûna xwe nîşan dan

Sazî û dezgehên kedê li Enqerê, li pêşiya parlamentoya Tirkiyê bi çalakiyekê li dijî şer û pevçûnan nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza rawestandina şer û pêkanîna aştiyê kirin.

K24 - Enqere

Sazî û dezgehên kedê li Enqerê, li pêşiya parlamentoya Tirkiyê bi çalakiyekê li dijî şer û pevçûnan nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza rawestandina şer û pêkanîna aştiyê kirin.

Çalakî ji aliyê saziyên wek KESK, DİSK, SES, TTB û TMMOBê hate organîzekirin. Aktivîstên Mafên Mirovan û Siyasetmedaran jî piştgirî da çalakiyê.

Di çalakiyê de, Serokê Giştî yê KESKê Kanî Beko li ser navê saziyên beşdar, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li dijî şer û pevçûnan û qedexekirina derketina derve a li bajarên Kurdan nerazîbûn hat nişandan û hat gotin ku rewş gehiştiye asteke gelekî nebaş ku bandorê li mîlyonan kes dike.

Serokê DİSKê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir; “Tiştên li bajarên Kurdan tên kirin ku ev çend meh in em dişopînin hovîti ye. Li 17 navçeyan 52 caran derketin derve hatiye qedexekirin. Li ser qedexekirina derve operasyon tên kirin û welatî bê elektrîk, tî û birçî tên hiştin. Sivîl dibin armanc, malên wan tên bombekirin. Dewletê nêzîka 3 hezar û 800 mamoste ji wan navçeyan kişandine û 40 hezar zarok ji mafê xwendinê bêpar hatine hiştin. Em careke dî li vê derê bang dikin ku em şer û pevçûnan naxwazin. Em aştiyê dixwazin.”

Daxuyanî bi dûrişmên wek AKP şer dixwaze lê gel aştiyê, bijî aştî, bijî biratî bidawî bû.

 

 

 

Fly Erbil Advertisment