Tirkiye penaberan vedigerîne welatê wan

Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî derbarê penaberên Iraqî û Sûriyeyî de raporeke balkêş weşand. Li gor raporê Tirkiye êşkenceyê li penaberan dike, wan digire û li herêmên şer û welatên wan vedigerîne.

K24 - Enqere

Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî derbarê penaberên Iraqî û Sûriyeyî de raporeke balkêş weşand. Li gor raporê Tirkiye êşkenceyê li penaberan dike, wan digire û li herêmên şer û welatên wan vedigerîne. Di raporê de rexne li Yekîtiya Ewropayê jî tê kirin ku bi awayekî cidî mafên mirovan ê penaberan binpê dike.

Penaberên ku ji ber şer û pevçûnan xwe spartine Tirkiyê di rewşeke gelekî xirab de ne. Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî li ser rewşa penaberan lêkolînek kir û bi raporekê pirsgirêkên ku penaber pê re rûbirû dimînin aşkere kir.

Li gorî raporê; penaber di karên nebaş de tên xebitandin, rastî lêdan, êşkenceyê û destdirêjiyê tên û li welatên wan tên vegerandin.  Parêzer û pisporan jî bal kişandin ser rewşa nebaş a penaberan.

Li ser rewşa penaberan Pisporê Koçberiyê Prof. Dr. Ufuk Beyazova nerînên xwe wiha anîn ziman: “Pirsa penaberan gelekî kûr û tevlîhev e. Ev ne pirseke wiha ye ku bi fona alîkariya maddî were çareserkirin. Divê pêdiviyên penaberên ên wek perwerde, tenduristî û derûnî werin bicihkirin. Pirsgirêk ne ewqasî asane ku bi pereyan were çareserkirin.”

Rêxistina Lêborînê di rapora xwe de dibêje ew gihiştine wê encamê ku ev 2 sal in Tirkiye raya giştî a navnetewî dixapîne û derbarê penaberan de li gorî pîvanên mafên mirovan tevnagere. 

Rêxistina Mafên Mirovan jî dibêje şert û mercên ku penaber tê de dijîn ne li gorî rêgezên mirovî ne û ew bi awayekî ne yaseyî tên girtin û mafên wan tê binpêkirin.

Rêvebirê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Hasan Erdogan jî bal kişand ser mafên penaberan û got: “Her dewlet çawa mafê mirovan û mafên jiyanê ên welatiyê xwe diparêze neçar e wekî welatiyên xwe mafê penaberan jî biparêze. Ev di peymanên navnetewî de hatiye mîsogerkirin û hemû dewletan jî qebûlkirine. Lê mixabin di vê mijarê de Tirkiye sûcekî mezin dike.”

Li gorî Rapora Lêborînê ya Navneteweyî li Tirkiyê nêzîka 2 mîlyon û 500 hezar penaber hene. Ji van nêzîka 2 mîlyon û 200 hezar ji Sûriyê hatine. Li gorî van daneyan Tirkiye di hejmara penaberan de yekemin dewlete li cîhanê. Her wiha di meha Mijdarê de Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê peymane penaberan mohr kir. Li gorî peymanê Yekîtiya Ewropayê dê 3 mîlyar Euro alîkarî bide Tirkiyê ku bo penaberan terxan bike û Tirkiye jî soza lixwegirtina penaberan dabû. Ev Peyman rastî nerazîbûnê hatibû ku mafên penaberan binpê dike.

Rêvebirê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Hasan Erdogan