Bakurê kurdistanê: Zarok ji mafê perwerdeyê bêpar mane
Li Bakurê Kurdistanê ev demeke dirêj e pevçûn berdewam in. Li herêmê jiyan gihiştiye asta sekinandinê. Ew rewş li ser welatiyan bandorek mezin çêdike. Bitaybet jî zarok ji rewşê ziraran dibînin û ev demeke dirêj e zarok ji ber pevçûnan nikarin biçin dibistanan.
K24 – Enqere

Mafê perwerdehiyê yekem mafê zarokan e lê di hefteyên borî de Wezareta Perwerdê bang li hemû mamosteyên hêremê kiribû ku vegerin bajarên xwe û niha li herêmê perwerde sekiniye.
Di vê derbarê de, Doç. Dr Kasim Karataş ji K24 re diyar kir ku ew banga Wezareta Perwerdehiyê nîşan dide ku li hêremê şer heye.
Karataş ji got: “Li hêremê dibistantên şewitandin yan jî wekî eniya şer tên bikaranîn. Pêşeroja zarokandi bin xeterê de ye. Di vê serdemê de zarok ji perwerdê dûr dimînin. Di pêşerojê de ew zarok dê çibikin?
Buket Ozdemir mamosteyek e û heta niha li herêmê xebitiye lê piştî banga Wezaretê Perwerdehiyê ji Diyarbekirê vegeriye Enqerê
Ozdemir jî ji K24ê re got: "Li hêremê ji xwe perwerde baş nebû, lê belê piştî pevçûnan perwerde her çi nema. Hewce ye şandeyek biçe li wir û lêkolinan bike ku pirsgirêk çareser bibe."
Berpisyarên Komaleyê Mafên Zarokan û Mirovan dibêjin di Peymana Mafên Zarokan a Netewên Yekbûyî de îmzeya Tirkiyê jî heye. Her wiha pispor dibêjin divê Tirkiye li gor wê peymanê tevbigere û mafê zarokan biparêze.