Sendîkayên Tirkiyê çalakiya karberdanê lidar xistin

Konfederasyona Sendîkayên Xebatkarên li Diyarbekirê çalakiya karberdanê ya hevbeş lidar xistin û şer û alozî şermezar kirin.

K24 – Diyarbekir

Konfederasyona Sendîkayên Xebatkarên li Diyarbekirê çalakiya karberdanê ya hevbeş lidar xistin û şer û alozî şermezar kirin.

Konfederasyona Sendîkayên Xebatkarên Pişeyên Civakî KESK, Sendîkaya Endezyar û Mimaran TMMOB, Sendîkaya Kedkarên Şoreşger DİSK û Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê TBB, li Diyarbekirê çalakiya karberdanê ya hevbeş lidar xistin û şer û alozî şermezar kirin.

Bi banga saziyên navborî bi hezaran kes lihev civiyan û li nêzîkî Qada Şex Seîd daxuayneiyek ragihandin. Di xwepêşandanê de hat xuyan kirin ku di şer û aloziyan de ji 50 zêdetir zarok hatine kuştin û bang li hikûmetê kirin ku ji navendê birêve bibin, êdî divê daxwazên welatiyan yên demokratik bên pejirandin.

Piştî xwepêşandanê ku girse kom bi kom belav bû, li taxa Ofîsê di navbera xwepêşandar û polîsan de alozî derketin.

Polîsan bi ava şîd û bombeyên gazê destêwerdana xwepêşandaran kirin, hin xwepêşandar jî bi keviran bersiv dan polîsan. 

Fly Erbil Advertisment