“Tirkiye ne tenê yaseyên navnetewî lê yaseyên xwe jî binpê dike”

Li Tirkiyê di salên herî dawî de rêjeya zarokên hatine binçavkirin zêde bûye. Zarok herî zêde ji ber sûcên ku ew endamê rêxistinan e tên girtin.

K24 - Enqere

Li Tirkiyê di salên herî dawî de rêjeya zarokên hatine binçavkirin zêde bûye. Zarok herî zêde ji ber sûcên ku ew endamê rêxistinan e tên girtin. Di rojên dawî de jî girtina zarokan bi dawî nebû. Ji ber şer û pevçûnên li bakur her roj zarok tên girtin.

Li Tirkiyê ji 22ê Tirmehe heta niha bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ji ber şer gelek zarok hatine binçavkirin û bo girtîgehan hatine şandin. Doza wan zarokan jî herî zêde li Enqerê tê meşandin.

Parêzerê Cezayê Omer Ediz Yoraz diyar kir ku encama van dozan bi cezayê girtîgehê diqedin. Lê belê zarok bi awayekî wiha tên girtin ku mafên wan tê binpêkirin.

Parêzer Omer Ediz Yoraz wiha axifî: “Mirovên 18 salî yan jî ji 18 salî mezintir, çawa ceza digirin û rastî çi helwestê tên, ew zarokên tên girtin jî di heman prosesê de derbas dibin û tên cezakirin. Ew ji hev du nayên cuda kirin. Ev yek xeletî ye.”

Li gorî xala 31. A Yaseya Cezayan divê zarok li gorî temenê xwe bên cezakirin. Lê Tirkiye vê xala xwe binpê dike û zarokan bi sûcê terorê dadirizîne.

Nûnerê Komelaya Mazlum-Derê yê Enqerê Ahmet Faruk Unsal da zanîn ku dewlet biryarên siyasî dide: “Di Yaseya Tekoşina dijî Terorê de gelek kêşe heye û divê ew bê sererast kirin. Dema ku dozek derbarê terorê de be, dewlet ne bi tenê yaseyên navnetewî herwiha yaseyên xwe jî binpê dike. “

Zarok kîjan sûcî bikin bila bikin, ji ber ku ew zarok in, divê li gorî vê yekê, li gorî temenên xwe werin cezakirin. Ev mafekî zarokan yê gerdûnî ye. Lê belê li Bakurê Kurdistanê mafê zarokan tên piştguhkirin.

Parêzerê Cezayê Omer Ediz Yoraz

Nûnerê Komelaya Mazlum-Derê yê Enqerê Ahmet Faruk Unsal