50 milyon penaber dûrî welatên xwe dikevin sala nû
Kesên ji ber şer ji welatên reviyane, di rewşeke dijwar de dikevin sala nû û li gor rapora fermî ya Neteweyên Yekbuyî hejmara penaberên li dûrî welatên xwe 50 milyon e.
K24 – Enqere
Kesên ji ber şer û pevçûnan ji welatên reviyane, di rewşeke gelek dijwar de dikevin sala nû û li gor rapora fermî ya Neteweyên Yekbuyî hejmara penaberên li dûrî welatên xwe 50 milyon e.
Saleke din jî xelas bû û sala nû dest pê kir. Lê belê sala nû ji bo her kesî heman wateyê nade. Şer jiyana mirovan bi tevahî diguherîne. Li Rojhilata Navîn şer jiyan ji nav biriye. Jin, Zarok, mêr, ciwan û kal û pîr ji bo jiyaneke baştir welatên xwe bicîh dihêlin, li welatên din bûne penaber û di rewşe gelekî zehmet de dijîn.
Penaberê Suriyê Abdulnasir Xanim jî bi heviyêke mezin bi malbata xwe re li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî sekiniye û bi heviya çûna welatekî din sala nû pêşwazî dike: "Di sala nû de em heviya jiyaneke baştir dikin. Em ji xwedê şikir dikin ku Tirkiyê em qabûl kirine. Lê belê em dixwazin biçin Ewropayê."
Ew penaberên ku niha li Tirkiyeyê dijin, ji jiyana xwe ya li vê derê jî nerazî ne, dixwazin biçin Ewropayê û bo vê yekê jî serî li reyên cûda didin.
Hin ji wan bi reyên qeçax, li ser deryayê berê xwe didin Ewropayê û hin jî ji sibehê heta êvarê li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî disekinin. Jineke penaber jî wiha dibêje: "Sala nû ji bo me girîngeyeke xwe tûne ye û wekî her roj e. Jiyana min dîsa wekî berê kambax e. Di jiyana min de tiştek nayê guhertin. Heger rewşa min jî baş bibuya, ez ê jî kefxweş bibûma."
Li welatên din mirov bi kefxweşî, di mala xwe ya germê de û bi malbat û hevalên xwe re sala nû piroz dikin, lê belê penaber tenê jiyaneke baş û maleke germ dixwazin.