Zerara rojane yek milyon dolar e
Cîgirê Rêveberê Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl Mihemed Tahir, got ku deriyê sînor 22 roj e girtî ye û di vê demê de rojane 1 milyon dolar zerar gehiştiye Herêma Kurdistanê.
K24 – Dihok
Cîgirê Rêveberê Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl Mihemed Tahir, got ku deriyê sînor 22 roj e girtî ye û di vê demê de rojane 1 milyon dolar zerar gehiştiye Herêma Kurdistanê.
Mihemed Tahir, da zanîn ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî hewl daye lê tu encam bidest nexistiye.
Mihemed Tahir wiha axifî: "Berî ku derî were girtin rojane 500 barhilgir dihatin û diçûn. Ev hejmar ji bo herdu aliyan jî çavkaniyeke girîng a dahatê bû. Kengî sînor vedibe jî em nizanin."
Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl deriyê serekî yê bazirganiyê ye di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de, lê ji ber şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê, 14ê Kanûnê, bi biryara Parêzgariya Şirnexê hatibû girtin.
Wezîrê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyeyê Bulent Tufekçî jî doh ragihandibû ku wan li ser rêya Xabûrê lêkolîn kiriye û ji ber ewlehiyê ew qedexeya ku hatibû danîn, dê heta sibe-dusibe bê rakirin.
Dema Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl bê vekirin, dê destpêkê 500 barhilgir derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, 750 barhilgir jî derbasî Tirkiyê bibin.