MHPê “mercek” li pêş guhertina destûrê danî
MHP û AKP derbarê pirsa guhertina destûrê de lihev civiyan.

K24 - Enqere
Hevdîtinên bo guhertina Destûrê yên di navbera partiyên siyasî de berdewam in. MHPê destnîşankir ku ew amadene bo guhertina destûrê lê heger dest li her çar xalên pêşî neyên danîn ku hebûna Komara Tirkiyê diparêze.
Xebatên Parlamentoyê ên bo reformên nû berdewam dikin. Serokwezîr Ahmet Davutoglu û şandeyeke li gel wî, piştî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro jî bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli re hevdîtinek pêk anî.
Di şandeya AK Partiyê de Alîkarê Serokwezîr Lûtfi Elvan, Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Mehmet Ali Şahin û Omer Çelik û Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Naci Bostancı cih girtin. Di şandeya MHPê de jî Alîkarên Serokê Giştî yên MHPê Semih Yalçin û Oktay Oztûrk, Sekreterê Giştî yê MHPê İsmet Bûyûkataman û Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural cih girtîn.
Hat ragihandin ku MHPê ev yek ji şandeya AK Partiyê re gotiye ku ew naxwazin hevdîtinên guhertina destûrê bo bicihkirina daxwaza pergala serokatiyê werin bikaranîn û li dijî wê yekê derketiye ku her çar xalên pêşî yên destûrê werin parastin.