Du asteng li ber guhertina destûra Tirkiyê hene
Ji bo çêkirina destûra nû gotûbêjên di navbera partiyên siyasî de berdewam in. Hevdîtina duyemîn di navbera AKP û MHPê de çêbû lê li ser du mercan lihevhatin çênebû.

K24 - Enqere
Ji bo çêkirina destûra nû gotûbêjên di navbera partiyên siyasî de berdewam in. Hevdîtina duyemîn di navbera AKP û MHPê de çêbû. Di vê hevdîtinê de jî wekî hevditina di gel CHPê li ser du mercan lihevhatin çênebû.
Ji bo guhertina destûrê Serokwezîr Ahmet Davutoglu hevdîtina xwe ya 2emîn bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli re pêk anî. Ev hevdîtin jî wekî hevdîtina berê ya bi CHPê re pêk hatibû di her çar xalên pêşî yên destûrê de asê ma.
Piştî hevdîtinê Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Oktay Ozturk daxuyaniyek da û anî ziman ku ew ê bi tu awayî pergala serokatiyê qebûl nekin û li ser xurtkirina pergala parlamenteriyê pêdagir in: “Me amaje bi wê yekê kir ku em amade ne hemû mijaran nîqaş bikin û me anî ziman ku pergala serokatiyê bi çi awayî nayê qebulkirin."
Li dijî vê helwêsta MHPê AKP dibêje pêwiste ew hevdîtinan bi hinek pêşdaraziyan asê nekin û bo erk baş ji hewdu werin cudakirin divê pergala serokatiyê were nirxandin.
Herwiha piştî hevdîtinê Berdevkê AKPê Omer Çelik got ku bo destûra nû MHP erênî tevdigere: “Birêz Bahçelî jî got pêdiviya Tirkiyê bi destûreke nû heye. Ji bo xebat werin kirin ew lihevkirinên berê yên li ser hinek xalan dê berdewam bin. Agahdariyên bidestxistî amade ne. Tenê divê xebat destpê bikin.”
Tê gotin ku li hevkirina MHPê û AKPê ya li ser “Komisyona Lihevkirina li ser Destûrê” û “ Guhertina Rêzika Navxweyî ya Parlamentoyê, nayê wê wateyê ku wê asteng rabin. Herwiha CHP jî bi helwêsta xwe nêzî MHPê tevgeriya û ev yek jî wê li ber AKPê bibe astengeke mezin.