Neh penaber di derya Egeyê de xeniqîn

Li perava Martiyê ya Balikesîrê, piraniya wan zarok 9 termên penaberan hatin dîtin.

K24 – Stenbol

Li perava Martiyê ya Balikesîrê, piraniya wan zarok 9 termên penaberan hatin dîtin.

Trajediya bûyerên dilsoj a penaberan hê jî didome. 22 penaberên ku ji navçeya Dîkîliya Îzmîrê ji bo ku derbasî girava Mîdîlliya Yunanîstanê bibin li bota lastîk siwar bûn û berê xwe dan derya Egeyê.

Lê belê piştî demekê bot niqum bû. Bi bandora ba û bahozê, penaber jî ketin nav deryayê. Piraniya wan zarok 9 termên penaberan li perava Martiyê ya navçeya Ayvalika Balıkesîrê hatin dîtin. Metirsî ew e ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Fly Erbil Advertisment