Cemxaneyên Elewiyan dîsan man bê statû
Serokê Kar û Barên Diyanetê Mehmet Gormez, serîlêdana dayîna statuyê ya ji bo cemxaneyan nepejirand.
K24 - Enqere
Serokê Kar û Barên Diyanetê Mehmet Gormez, serîlêdana dayîna statuyê ya ji bo cemxaneyan nepejirand. Herwiha derbarê gotinên wî yên neyinî de li ser civaka Elewî, ji aliyê siyasetmedar û rewşebiran ve reaksiyon hat nişandan.
Elewî ji bo ku Cemxane bikaribin statûya îbadetxaneyê bi dest bixin, gelek doz vekiribûn. Yek ji wan dozan jî di sala 2014an de bi biryara Dadgeha Destura Bingehin a Tirkiyê qezenc kiribû. Lê belê Diyanetê, ew biryara dadgehê bi cih neanî.
Serokê Kar û Barê Diyanetê Mehmet Gormez derbarê sedema nepejirandina serîlêdanê de got ku baweriya Elewiyan ji bo wan her tim xeta sor e û Elewî ne li derveyî Îslamê ne û Cemxane jî ne alternatîfa mizgefta ne.
Hevserokê HDPê Selahhatîn Demîrtaş, ev daxuyaniya Mehmet Gormez rexne kir û got: "Serokê Kar û Barê Diyanetê wekî mezhebî tevdigere û ew nikare biryara “ka gelo Cemxane dikarin bibin îbadetxane an na” bide. Tenê Elewî dikarin wê biryarê bidin û Cemxane îbadetxane ye. Elewî jî vê yeke bi vî awayî dibinin."
Di hiqûqa dewletên nûjen de an dewletên ku laîkin û xwedîyê demokrasiyeke rêkûpêkin, saziya diyanetê tune ye û mirov xwe bi xwe biryara xwe ya olî didin. Kes mudaxeleyî biryara wan nake. Lê belê Serokatiya Diyanete bi dehan salane ku mudaxeleya baweriya Elewiyan dike.
Serokê Navenda Giştî ya Federasyona Bektaşî ya Elewiyan Ercan Görmez, diyar kir ku ew, wê saziya diyanetê nas nakin û got: "Nefreteke bê rêz û hûrmet encax serokatiya diyanetê tenê dikare bike. Em bi salane ku li dijî Serokatiya Diyanetê tekoşîna xwe berdewam dikin. Ji ber ku ew sazî xwe wekî xwediyê tapoya Îslamê dibîne."
Siyasetmedarên Tirkiyê dibêjin ku divê hikûmet û diyanet li gor xala 125emîn a destûra bingehin tevbigere. Herwiha kom û konfederasyonên Elewiyan jî ji ber rûdanên dawî serî lî dadgehê dan û diyar kirin ku ji bo rakirina Serokatiya Dîyanetê ew dê tekoşîna xwe berdewam bikin.
Hevserokê HDPê Selahhatîn Demîrtaş
Dîmenek ji semaya Elewiyan