Di ser teqîna Enqerê re 3 meh derbas bûn lê…
Di ser teqîna Enqerê re 3 meh derbas bûn, lê heta niha tu encam ji lêkolînan derneketiye. Teqîna ku di encam de 101 welatiyên Kurd û Tirk tê de canê xwe ji dest dan, li Enqerê hat bibîranîn.

K24 – Enqere
Di ser teqîna Enqerê re 3 meh derbas bûn, lê heta niha tu encam ji lêkolînan derneketiye. Teqîna ku di encam de 101 welatiyên Kurd û Tirk tê de canê xwe ji dest dan, li Enqerê hat bibîranîn.
Di ser teqînê re 90 roj derbas bûn, li ser banga saziyên sivîl girseyek welatiyan saet di 10:04an de li pêşiya Gara Enqerê kombûn û merasîmek bîranînê pêk anîn.
Nûnerên, dezgehên ku serkêşiya meşê dikirin, hikûmet tawanbar kirin û îdia kirin ku doz ji aliyê serdozgeriyê ve biqestî nayê zelal kirin. Malbatên qurbaniyan amaje bi vê yekê kirin ku heta bûyer zelal dibe ew dest ji çalakiyên xwe bernadin.
Di 10ê Cotmehê de li Enqerê mitinga bi navê “Mitînga Aştî” hatibû sazxistin û di meşê de dû teqînên bihêz pêk hatibûn û di encama teqînan de bobelatek mezin çêbibû. Tevahiya Tirkiyeyê di bin bandora teqînê de mabû.
Piştî teqînê ji aliyê Serdozgeriya Enqerê ve lêpirsîn hatibû destpê kirin û doz ji aliyê 20 dozgeran ve dihat şopandin. Di dawiya lêkolînan de nasnameyên xwekujan hatin aşkere kirin û hat tespit kirin ku xwekuj endamên DAİŞê bûne. Herwiha lêpirsîn hê jî didome.

