Derbarê teqîna Enqerê de serdozger agahî dan

Malbatên Congariyên teqîna Enqerê û Sendikayên wekî DISK, KESK, TMMO û TBBê li Dadgeha Enqerê derbarê teqînê de ligel Serdozgerê Komarê yê Enqerê hevdîtinek pêkanîn.

K24 - Enqere

Malbatên Congariyên teqîna Enqerê û Sendikayên wekî DISK, KESK, TMMO û TBBê li Dadgeha Enqerê derbarê teqînê de ligel Serdozgerê Komarê yê Enqerê hevdîtinek pêkanîn.

Teqîna Enqerê di 10ê Cotmehê de pêk hat û 102 kesî ku piraniya wan Kurd bûn canê xwe ji dest dan. Serdozgerê Komarê yê Enqerê, derbarê dosyeya teqînê de biryara weşartinê da bû. Lewre jî heta niha li ser vê mijarê serdozgeriyê tû agahî nedabûn.

Doh Sendîkeya DİSK, KESK, TMMOB, TBB û malbatên cangoriyan ên teqina Enqerê ji bo wergirtina agahiyan ligel Serdozgerê Komarê yê Enqerê hevdîtin pêkanîn.

Bavê Cangoriyê teqîna Enqereyê Erdogan Erdîk diyar kir ku piştî 91 rojan yekemcar e, derabarê dozê de agahî wergirtine û got: "Me daxwaz kir ku divê di demeke zû de doz vebe û qedexeya ku li ser dozê ye bê rakirin. Dada ku dereng ketiye, ne dad e. Doz çi qas dirêj dibe, şik û gûmana me jî hewqasî zêde dibe."

Li gorî agahiyên serdozger roja înê lêkolina krîmînalê xelas bûye û dosya ji Serdozgerê Komarê re hatiye şandin. Di çarçoveya lêpirsinê de 6 kes hatine girtin û  lêpirsîn hê jî berdewam e.

Hevserokê KESKê Şazîye Köse da zanîn ku li ser dosyeya lepirsînê biryara qedexekirinê hê jî berdewam dike û wiha axifî: "Tenê malbatên cangoriyan ji iro pê vê bi rehetî dikarin derbarê dosyayê de agahiyan bi dest bixin. Ji ber ku lêkolîna krîmînalê bi dawî bûye, malbat dikarin kelûpelên cangoriyên xwe werbigirin."

Malbatên cangoriyan û endamên KESK, DİSK, TMMOB, TBBê piştî dadgehê, çûne parlamentoyê û diyar kirin ku ew dê li parlamentoyê bi parlamenterên HDP û CHPê re hevdîtinan pêkbînin û derbarê dozê de daxwazên xwe pêşkêşî wan bikin.