Tirkiye: 12 Akademîsyen hatin desteserkirin

12 akademîsyenên Zanîngeha Kocaeliyê ji ber ku piştgirî dane danezana “Akademîsyenên Bo Aştiyê” ku banga rawestandina operasyonên li Bakurê Kurdistanê dike hatin desteserkirin.

K24 - Stenbol

12 akademîsyenên Zanîngeha Kocaeliyê ji ber ku piştgirî dane danezana “Akademîsyenên Bo Aştiyê” ku banga rawestandina operasyonên li Bakurê Kurdistanê dike hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku ji xeynî 12 kesan dê 7 kesên din jî bên desteserkirin. Ji bo îfade û lêpirsînê 12 rewşenbîr birin Rêveberiya Ewlekariyê ya Kocaeliyê. Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê derbarê 19 akademîsyenan de bi hinceta îmze avêtine bin danezana “Însiyatîfa Akademîsyenên Bo Aştiyê” dest bi lêpirsînê kir.

Ji 19 akademîsyenan 12 kes li malên xwe hatin desteserkirin. Di danezanê de rewşenbîran daxwaz ji dewleta Tirkiyê kiribûn ku li Bakurê Kurdistanê şer bê rawestandin.

Rêvebirê Ewlekariya Kocaeliyê Levent Yarimel jî di vê derbarê de got: "Li ser fermana serdozgeriyê ev operasyon hatiye kirin. Heta niha 12 akademîsyen hatine desteserkirin. 7 kesên din jî dê bên desteserkirin."

Hevdem derbarê 7 akademisyenên Zanîngeha Dêrsimê de jî bi sedema ku îmze avêtine “Danezana Aştiyê ya Akedemisyenan” lêpirsîna îdarî hatibû vekirin.

Fly Erbil Advertisment