Piştgiriya bo danezana akademîsyenan zêdetir dibe

Komeke nivîskar, rojnameger û hunermend li ber dadgeha Stenbolê piştevaniya xwe bo danezana rewşenbîran ragihandin.

K24- Stenbol

Komeke nivîskar, rojnameger û hunermend li ber dadgeha Stenbolê piştevaniya xwe bo danezana rewşenbîran ragihandin û bi heman danezanê xwe li dozgeriyê dan gilîkirin.

Koma ku li ber dadgeha Stenbolê li hev civiyan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê xwedî li danezana akademîsyenan derketin. Hunermend û rojnamegerên ku di komê de cih digirtin li gel danezanê çûn dozgeriyê û xwe gilî kirin.

Di nav komê de hunermend Pinar Aydinlar, Ferhat Tunç, rojnameger Ceyda Karan, Erol Onderoglu û hinek nivîskar jî hebûn.

Ji 89 zanîngehan zêdetirî hezar rewşenbîran ji bo rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê danezaneke amade kiribûn. Piştre der barê gelek akademîsyenan de lêpirsîn hatibû destpêkirin.  

Fly Erbil Advertisment