Orhan Pamuk desteserkirina akademîsyenan rexne kir

Nivîskar Orhan Pamukê ku xelata Nobelê wergirtibû, derbarê desteserkirina akademîsyenên ku îmze avêtibûn danezana rewşenbîran a bo aştiyê nerazîbûna xwe nîşan da û hikûmeta Tirkiyê rexne kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar Orhan Pamukê ku xelata Nobelê wergirtibû, derbarê desteserkirina akademîsyenên ku îmze avêtibûn danezana rewşenbîran a bo aştiyê nerazîbûna xwe nîşan da û hikûmeta Tirkiyê rexne kir.

Orhan Pamuk ji rojnameya La Repubblica ya Îtalî re axivî û got: "Desteserkirina akademîsyenên ku ji bo aştiya ligel Kurdan, qaşo zirarê dide demokrasiya Tirkiyê, jixwe demokrasî pir tune bû. Weşandin û îmzeavêtina bo danezanekê yek ji krîterên demokrasiyê ye."

Nivîskarê navdar wiha axifî: "Ma demokrasiyek wiha heye ku rewşenbîr fîkrên xwe aşkere nekin. Rewşenbîran imze avêtine bo danezaneke ku ne bi dilê hikûmetê ye li malên xwe tên desteserkirin û girtin. Ev nayê pejirandin."

Li gor Pamuk sedema vê meseleyê wiha ye: "Li Tirkiyê tenê demokrasiya hilbijartinê heye. Lê belê azadiya ramanê, xweseriya demokrasiyê, cudahiya hêzan tune ye. Li welatekî ku bi zorê biryarên hikûmetê bi rewşenbîran bidin qebûlkirin, hilbijartinên azad bibin jî demokrasî nabe."

Fly Erbil Advertisment