Berekat: Em qebûl nakin ti hêz rêbendan li Qamişlo çê bike
Desteya Naxwe ya Kantona Cezîrê jî radigehîne ku, hinek hêz hene hewl rêbendan û çargoşeyê ewlehiyê çê bikin.
K24 – Qamişlo
Desteya Naxwe ya Kantona Cezîrê jî radigehîne ku, hinek hêz hene hewl rêbendan û çargoşeyê ewlehiyê çê bikin.
Serokê Desteya Naxwe ya Kantona Cezîrê Kenan Berekat ji K24ê re ragehand ku, hêzên Ereb û Xiristiyanî hewl didin ku li bajarê Qamişlo rêbendan û çargoşeyên ewlehiyê li taxên xwe çê bikin, lê ev yek nayê qebûlkirin.
Berekat got jî, “Parastina hemû Kantona Cezîrê ji erkê me ye û cihê ku pêwîst be, emê rêbendan danin û wê biparêzin. Em qebûl nakin ti hêzek çekên hilgirin û hêza xwe fereh bikin.”
Hat ragehandin jî ku, Asayişa Rojavayê Kurdistanê 6 xalên pişiknînê li nêzîkî taxên Ereban û Xirîstiyaniyan danîne, bi taybet jî riyên başûrê Qamişlo.