Biden mijara azadiya raman û zextên ser akademîsyenan kir rojevê
Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Cîgirê Serokê Amerîkayê mijara azadiya raman, pirsa Sûriyê û tekoşîna li dijî terorê gotûbêj kirin. Biden derbarê mijara hebûna leşkeran li Başîqayê jî piştgirî da Tirkiyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Cîgirê Serokê Amerîkayê mijara azadiya raman, pirsa Sûriyê û tekoşîna li dijî terorê gotûbêj kirin. Biden derbarê mijara hebûna leşkeran li Başîqayê jî piştgirî da Tirkiyê.
Cîgirê Serokê DYAyê Joe Biden di çarçoveya gera xwe ya Tirkiyê di hevdîtîna xwe ya dawiyê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan pêk anî. Dihate hêvîkirin ku piştî hevdîtinê civînek hevbeş ê rojnamevanî bê lidar xistin lê belê ev civîn hate betalkirin.
Li gor çavkaniyên serokomariyê di hevdîtinê de mijara azadiya raman û zextên hikûmetê yên li dijî akademîsyenan hatiye rojevê. Erdogan gotiye ku daxuyaniyên ku piştgiriyê didin terorê nakevin nava azadiya raman.
Herwiha di hevdîtînê de mijara Sûriyê û tekoşîna li dijî terorê jî hatiye rojevê. Hate gotin ku Erdogan gotiye Tirkiye ferq naxe navbera rêxistinên terorê û DAIŞê, PKKê, PYD û YPGê weke rêxistinên terorê dibîne. Biden jî diyar kiriye ku ew Bereya Nûsra, DAIŞ û PKKê weke rêxistinên terorê dibîne.
Hêjayê gotinê ye ku piştî hevdîtinê Biden vegeriya Amerêkayê.