Nexweşxaneyeke Hewlêrê alîkariya penaberan dike

Di nexweşxaneyê de pizîşk û dermansazên Rojavayê Kurdistanê jî kar dikin. Nexweşxaneya Nerwroz a taybet li ser rêye taxa Behrikê ye û dikeve nêzîkî pira nû ya wê rêyê ye.

K24 - Hewêr

Berpirsên Nexweşxaneya Taybet a Newroz ya Hewlêrê, roja Pênşema hemû hefteyekê bê beramber ji penaberên Rojavayê Kurdistanê re veqetand.

Peyamnêrê K24ê di merasîma vekirina Nexweşxaneya Newroz de amadebû û hevdîtinek ligel berpirsê wê nexweşxaneyê Dr. Şiwan Qadir kir. Qadir ji K24ê re got: "Nexweşxane taybet e û roja Pênşemê ya hemû hefteyekê seat ji 10ê sibehê heta 3yê piştî nîvro dê pêşwaziya penaberên Rojavayê Kurdistanê bike."

Dr. Şiwan Qadir da zanîn ku di nexweşxaneyê de pizîşkên hemû corên nexweşiyan hene û herwiha coreke taybet bo jidayîkbûnê jî heye. Ji aliyeke din ve, nexweşxane dermanan jî dide penaberan û ji sedî 50 ji buhayê neştergeriyan kêm dike.

Di nexweşxaneyê de pizîşk û dermansazên Rojavayê Kurdistanê jî kar dikin. Nexweşxaneya Nerwroz a taybet li ser rêye taxa Behrikê ye û dikeve nêzîkî pira nû ya wê rêyê ye.