Endamên HDPê yên Komisyona Destûrê diyar bûn
Endamên HDPê yên Komisyona Destûra Bingehîn diyar bûn. Di komisyonê de; Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar û Garo Paylan cîh digrin.

K24 – Enqere
Endamên HDPê yên Komisyona Destûra Bingehîn diyar bûn. Di komisyonê de; Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar û Garo Paylan cîh digrin.
Cigîrên Koma HDPê Îdrîs Baluken û Çaglar Demîrel bi daxuyaniyeke nivîskî endamên ku wê bişînin Komisyona Destûra Bingehîn aşkere kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi destûra darbeyê rê li ber neheqiyên mezin vedibe û gelek azadî tên astengkirin. Herwiha di çarçoveya wê bêhuquqiyê de di van rojan de jî gelek bûyerên nexweş pêk tên û welatiyên me canê xwe ji dest didin. Hikûmet û dewlet destûra heyî jî binpê dikin, ji ber vê em dariştina destûreke demokratîk zehmet dibînin lê me pêwistiya me bi destûreke demokratîk heye. Ji ber ku berpirsiya gel daye me, em dê di Komisyona Destûra Bingehîn de bi nûnertiya hemû gelên xwe cih bigirin.”