Tirkiye: 36 hezar û 401 keçik qet naçin debistanê

Li gor raporekê 36 hezar û 401 keçik qet naçin debistanê û 385 hezar û 830 keçik jî diçin disbistanên Îmam Xetîbê. Rêjeya keçikan li gorî lawikan 600 hezar kêmtir e.

K24 - Enqere

Komelaya Malbat û Sendîkaya Perwerdê ya Tirkiyê rapora xwe ya derbarê perwerdeya 2015-2016an ragihand. Li gor raporê 36 hezar û 401 keçik qet naçin debistanê û 385 hezar û 830 keçik jî diçin disbistanên Îmam Xetîbê. Rêjeya keçikan li gorî lawikan 600 hezar kêmtir e.

Hikûmeta Tirkiyê di 10 salên dawî de polîkayên perwerdeyê her tim digûherîne. Heri dawî jî sîstema 4+4+4 hat hat sazkirin. Lê belê bi vê sîstema nû li gorî xwendekarên lawik, hejmara xwendekarên keçik kêmtir bûye. Herwiha li gorî rapora Komelaya Malbat û Sendîkaya Perwerdê ya Tirkiyê vê sala dawî li gorî salên berê rêjaya keçikên ku qet dest bi dibistanê nekirine, ji sedî 54 e.

Derbarê mijarê de Serokê Sendîkaya Perwerdeyê Kamuran Karaca ji Kurdistan24ê re got: “Bi vê sîstema 4+4+4 ji bo keçekan di berdewamiya lîseyê de rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Polîtikayên perwerdeya hikûmetê bandoreke rasterast li keçikan dike. Loma keçik dest ji xwendinê berdidin.”

Li Tirkiyê her diçe hejmara dibistanên Îmam Xetîbe yên amadeyî zêde dibin. Niha li Tirkiyê hezar û 595 dibistanên Îmam Xetîbê hene. Di van dibistanan de jî 385 hezar û 830 zarok dixwînin. Li gorî zanyariyan di deh salên dawîn de desthilatdar dixwazin ku nifşekî oldar biafirînin.

Derûnnas Metîn Murat Kanyoncugîl jî bo Kurdistan24ê wiha axifî: “Ji ber hişmendiya bavsalarî malbat zêdetir dixwazin ku keçên wan nexwînin lê bizewicin. Loma di nava civakê de ferdên rewşenbîr pênagihin.”

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ji bo pêşgirtina vê kêşeyê tû gavên bi ewle ne avêtine. Loma her diçe hejmara jinên nexwende kêm dibe. Ev yek rê li ber korbûn û paşdeçûna karîgeriya jinan vedike û rola wan ya di nava jiyanê de jî hê qelstir dike.

Serokê Sendîkaya Perwerdeyê Kamuran Karaca