Referandûma serxwebûnê di rojeva Tirkiyê de ye
Dengevedana li ser daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê referandûma serxwebûnê de berdewam e.
K24 - Enqere
Dengevedana li ser daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê referandûma serxwebûnê de berdewam e. Berdevkê AKPê û HDPê derbarê referandûmê de nerînên xwe anî ziman.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 3ê Sibatê de, mafê Kurdan ê serxwebûnê bibîr xistibû û anîbû ziman ku bo vê yekê divê referandûm were lkirin û bo piştgiriyê bangî aliyê siyasî kiribû.
Daxuyaniya Serokê Barzanîli hemû cîhanê deng veda. Her wiha bi van daxuyaniyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî niqaşan destpê kirin.
Berdevkê AKPê Omer Çelîk di daxuyaniyeke çapemeniyê de, li dijî referandûna bo serxwebûna Kurdistana Başûr derket û ev yek wekî parçeyekî rêkeftina Sykes-Picot nirxand.
Omer Çelîk got: “Li vê herêmê ragihandina serxwebûnê ya dewletên nû, aramiyê li herêmê saz nake. Gava ev yek tê gotin wiha dibêjin; Çima mafê her kesekî heye ku bibe xwedî dewlet lê yê Kurdan nîn e. Ev meseleya vê demê ye, meseleya vê dinyayê ye. Tiştê ku dem li ser me ferz dibîne jî ev e; pêdivî bi dewletokên nû û qeyranên nû yên destkirde nîn e.”
Li Aliyê din ve, Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen derbarê mijarê de daxuyaniyeke Taybet da Kurdistan 24ê û bal kişand ser wê yekê ku li her çar parçeyên Kurdistanê mafên Kurdan heye ku çarenivîsa xwe diyar bikin.
Ayhan Bilgen wiha axifî: “Helbet Li Rojhilata navîn, ji bikaranîna çavkaniyên xwe bigire heta diyarkirina çarenivîsa xwe ya bo pêşerojê û mîsogerkirina statûya xwe ya hiqûqî divê mafê Kurdan yê biryardayînê hebe û divê ev maf ji bo hemû parçayan bi awayekî hevgirtî were parastin.“
Ji mêj ve tê gotin ku piştî betalbûna peymana Sykes Picot wê dewleteke mezin a Kurdan were damezrandin. Peymana Sykes Picot di Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê ji bo 100 salî hatibû mohrkirin û axa Kurdistanê di navbera dewletên wek Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de hatibû parçekirin. Bo betalbûna peymanê tenê 2 meh mane û Kurd li her parçeyekî axa Kurdistanê li azadiya xwe digerin.