MHPê derbarê PYDê de rexneyan li Erdogan digre

Erdogan rexne li piştgiriya Amerîkayê bo PYDê gitine.

K24- Navenda Nûçeyan

Alîkariya ku Amerîka pêşkeşî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike li Tirkiyê bûye rojevek gerim. Erdogan bi zimanekî tûj rexneyan li vê pêngavê digre, MHPê jî bi tundî qiha bersiv da Erfogan: “Ne eyd e ne û  erefat e tu çima wiha dike qareqar.”

Di dawiya meha borî de, bo yekemîn car, bi awayekî eşkere şandeyeke Amerîkî, Brîtanî û Fransî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên leşkerî civiya.

Ev serdan ji aliyê Serokomarê Tikriyê, Recep Tayyip Erdogan ve bi tundî hat rexnekirin. Navborî derbarê wê serdanê de ji Amerîkayê re got: “Ma em hevpeymanê we ne yan ew?”, wek amajeyekê bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).

Wekîlê koma MHPê li Parlamentoya Tirkiyê, Oktay Vural bi tundî bersiva wan daxuyaniyên Erdogan da û got: “Te çima salek berê ev ji Serokê Amerîkayê Barack Obama re negot gelo ez dostê te me an PYDê. Dema ku Amerîkayê sala borî çek dane PYDê te çima ev negot. Ne eyd e û ne erefat e tu çima van dibêje.”

Di Cotmeha sala 2014an de, piştî rêkeftinekê di navbera, Herêma Kurdistanê, Amerîka û Tirkiyê de, Hêzên Pêşmerge tevlî çekên xwe di axa welatê navborî de derbasî Kobanê bûn heta ku ligel YPGê ew rizgar kirin.

“Ne eyd e ne û  erefat e tu çima wiha dike qareqar.”

Oktay Vural derbarê vê yekê de jî got: “Tu ji aliyekî ve dike qareqar û ji aliye dine ve jî axa welat ji Pêşmerge re vedike ji bo herin Kobanî piştgiriyê bidin PYDê.”

Di nûtirîn daxuyanî de jî, rayedarên Amerîkayê tekez kirin ku, ew PYDê û YPGê wek terorîst nabînin. Lê Tirkiyê wan her du aliyan wek terorîst binav dike.

Parlamenterê MHPê li ser vê xalê wiha got: “Erdogan radibe ji Amerîkayê re dibêje ‘hûn me dibijêrin an terorîstan' ez jî ji te dipirsim, tu jî hilbijêre. Heke rêxistina terorê be tu çima tiştê pêwîst nake? Ez ji te dipirsim, di 29ê Cotmehê de yên ku deriyên xwe ji Pêşmerge re vekir û tev li çekên wan destûra çûna Kobanî da kî bû?”