Bavê Alan Kurdî hat sûcdarkirin

Doza Alan Kurdî, bo demeke pêş hat taloqkirin û tawanbaran jî bavê Aylan Kurdî, Abdullah Kurdî wekî berpirsê bûyerê sûcdar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bodruma Muglayê ya bajarê Tirkiyê, doza Alan Kurdî birêve çû. Doz bo demeke pêş hat taloqkirin û tawanbaran jî bavê Aylan Kurdî, Abdullah Kurdî wekî berpirsê bûyerê sûcdar kir.

Doz doh saet 9:30an, li Dadgeha Cezayê Bilind ya Bodrumê destpê kir. Di dozê de, 2 welatiyên sûriyeyî Asem Alfrhad û Muwafaka Alabash bi parêzerên xwe Duygu Çakmak û Kemal Erdugrul beşdar bûn. Her yek ji wan ji ber sûcên kaçaxiya mirovan bi 35 salên girtîgehê têne darizandin.

Tawambaran xwe parastin û bavê Alan Kurdî wekî berpirs nîşan dan ku ew kaçaxiya mirovan dike û kesên ku dixwestin biçin Ewropayê bi rêya wî diçûn.

Di 2 Îlona 2015an de, Boteke Lastîkî ku ji ser Bodrumê bo Koşa Yewnanîstanê diçû, nuqmî avê bûbû û di encam de 5 kes xeniqîbûn ku Alan Kurdî û birayî wî Galîb Kurdî û dayika wî Rihan Kurdi jî din av de bûn. Her wiha bo demekê bavê Alan, Abdullah Kurdî jî wekî berpirsiyar hatibû desteser kirin lê paşê hatibû berdan.