Kurdistanê di Mijdarê de 18 milyon bermîl petrol hinartiye
Rêjeya hinartinê ya rojane, 600 hezar bermîl derbas kiriye.
K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê rapora mehane ya hinartina petrolê, ragihand.
Di raporê de hatiye ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Mijdara borî de 18 milyon û 656 hezar û 131 bermîl petrol hinartiye.
Proseya hinartinê bi rêya boriya veguhestina petrolê tê encamdan, petrol bo bendera Ceyhanê tê şandin û ji wêde bo bazarên cîhanê diçe.
Rêjeya rojane jî ya hinartina petrolê gehiştiye 601 hezar û 811 bermîlan.
Li gor ku di raporê de hatiye, ji wê rêjeya petrolê, 14 milyon û 16 hezar û 489 bermîl ji kêlgehên Herêma Kurdistanê, 4 milyon û 639 hezar û 642 ji kêlgehên ser bi Kompaniyeya Petrola Bakur ve hatiye hinartin.
Lê di raporê de nehatiye diyarkirin bê ew rêjeya petrolê bi çiqasî hatiye firotin.