Di teqîna Enqerê de 28 mirin û 61 kes birîndar bûn

Li Enqerê, li dijî otobûsên leşkeran, bi otomobîleke bombebarkirî êrîş hate kirin. Li gorî agahiyên dawî 28 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kes jî birîndar bûn.

K24 - Enqere

Li Enqerê, li dijî otobûsên leşkeran, bi otomobîleke bombebarkirî êrîş hate kirin. Li gorî agahiyên dawî 28 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kes jî birîndar bûn.

Erîş saet 18:30an, li taxa Dewletê, di navbera wargehên ku leşker lê dimînin, pêk hat ku hemû fermangehên leşkerî, parlamento, sererkaniya giştî û gelek girîngtirîn saziyên dewletê li wê derê ne.

Bi bandora teqînê 3 otobûsên ku leşker vediguhastin bi temamî şewitîn û li gorî agahiyên fermî 28 kes mirin û 61 kes jî birîndar bûn. Lê belê li gorî çavdêriyên peyamnêrên ên li cihê bûyerê hejmara birîndar û kuştiyan zêdetir e.

Herwiha li gor agahiyên ku hatine bidest xistin her yek ji wan otobûsan nêzîka 40 leşkerî di wan de bûn û 2 ji wan tije leşker bûn. Piştî teqînê zêdeyî 50 ambûlans û gelek agirkûj yekser bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Birîndar li gelek nexweşnayên nêzîkê cihê bûyerê û li Nexweşxaneya Leşkerî ya Gulhanê tên dermankirin. Piştî êrîşê her yek ji rayedarên dewleta Tirkiyê, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Cîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Serokê Sererkaniyê û Serokên Partiyên opozîsyonê bi daxuyaniyên xwe teqîn şermezar kirin.

Cigîrê Serokwezîr Kurtulmuş di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku derbarê kes an rêxistinên êrîş pêk anîne de tu agahî di destê wan de nîn e. Li aliyê din, piştî teqînê tedbîrên ewlehiyê di asta herî bilind de hatin wergirtin.

Fly Erbil Advertisment