Welatiyên Tirkiyê ji jiyana li welatê xwe bêzar bûne

Li Tirkiyê ev demeke dirêje digel kêşeyên aborî û siyasî, aloziya li nav welêt derketiya asta herî bilind. Welatiyên li Tirkiyê dijîn, ji ber van kêşeyan bêzar bûne û loma êdî ji jiyana xwe ya li welatê xwe ne razî ne.

K24 - Enqere

Li Tirkiyê ev demeke dirêje digel kêşeyên aborî û siyasî, aloziya li nav welêt derketiya asta herî bilind. Welatiyên li Tirkiyê dijîn, ji ber van kêşeyan bêzar bûne û loma êdî ji jiyana xwe ya li welatê xwe ne razî ne.

Li Tirkiyê vê salqa dawî, di warê aramiya civakî de gelek kêşe derketin. Jinû ve destpêkirina şer û pevçûnan, teqînên xwekujî, têkçûna polîtîkayên derve û lawazbûna aboriya welêt Tirkiye ber bi rewşeke xeter ve dibe. Welatî ji ber vê rewşa nebaş tengazer bûne û dixwazin biçin welatekî ewletir û li wê derê jiyana xwe berdewam bikin.

Di vê derbarê de welatiyekî mêr wiha dibêje: “Mixabin li Tirkiyê tevlîhevî heye. Êdî jiyana li vê derê, mirov aciz dike. Loma ez dixwazim li Ewropayê bijîm û ev yek jî di nav planên min de heye.”  Jinek jî nerînên xwe yên li ser mijarê wiha tine ziman: “Gelek sedem hene ku ez ji jiyana vê derê bêzar kirim e. Sedemên aborî jî hene lê rewşa welêt ya ku roj bi roj nebaş dibe sedema herî serekî ye.”

Yekî din jî xema di dilê xwe de wiha vedibêje: “Her roj bombe lê vê derê diteqin. Li Ewropa şert û mercên civakî,  aborî û jiyanê gelekî baştir e. Heger derfet hebe ez rojekê jî nasekinim.”

Hin kes jî her çiqas ji rewşaTirkiyê aciz bin jî dibêjin ew jiwelatê xwe hez dikim ji ber vê yekê ew naxwaz in dest jiwelatê xwe berdin lê dixwaz in kêşeyên li welêt çareser bibin. Welatiyekî din jî wiha dibêje: “Naxwaz im ji welatê xwe biçim ji ber ku ez jê hez dikim lê ez dixwazim welatê min were guhertin. Ez dixwazim xwe bi awayekî azadtir bînim ziman, ango ez naxwaz in li her gavêkê polîsekî bibînim, ev yek aramiya min ji dest min dibe.” Jineke din jî wiha dibêje: "Ji bo niha ez nafikirim. Belkî di wextekî pêş de, tenê ji bo demekê ez dixwaz im û paşê veger im."

Ji Hezîrana 2015an heta di encama şer û pevçûnan de, nêzîka 500 polîs, leşker û gerîllayan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha di encama 5 teqînên dawî de 180 kesan canê xwe ji dest dane. Digel vê yekê bi sedan sivîlan canê xweji dest dane ku jin û zarok jî di nav de hene. Di encama van kêşeyan de, aboriya welêt gelekî qels e û bêkarî jî gelekî zêde bûye. Ji ber van sedeman, hinek welatiyên Tirk bo jiyaneke baştirîn wekî mîlyonan penaberên Sûriyeyî yên li welatê wan, çavê xwe li rêya Ewropa digerînin. Lê hinek ji wan jî digel hemû kêşeyan ji welatê xwe hez dikin.