Sûriye ligel YPGê girbesta parastina kêlgehên petrolê nû dike
Bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê mezintirîn kêlgehên petrolê tê de hene û ji aliyê YPGê ve tên parastin.

K24-bajrokê rimêlan
Rejîma Sûriyê girêbestên xwe, derbarê parastina kêlgehên petrolê li bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, ligel Yekîneyên Parstina Gel(YPG) tenê sê mehan nû dike.
Derbarê vê mijarê de û nûkirina wê girêbestê de,berpirsekî kompaniya Petrola bajarokê Rimêlan ku nexwest nave wî were aşkerekirin ji K24ê re wiha got: "Salan e, rejîma Sûriyê girêbestên parastina kêlgehên Petrolê ligel YPG imzedikir, lê di sala 2016an de tenê sê mehan ew girêbest nû kir."
Berî niha berpirsekî Rêveberiya Xweser ragehandibû ku, wan girêbesta Parstina kêlgehên Petrolê li gel Yekîneyê Parstina Gel(YPG) heta sala 2018 imze kirne. Bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê mezintirîn kêlgehên petrolê tê de hene û ji aliyê YPGê ve tên parastin.