Kurdistan: Dahata petrola Çileyê 650 milyon dolar bû
Di meha yekem ji sala 2016an de, bêhtir ji 18 milyon bermîl petrol hatiye hinartin.

K24- Navenda Nûçeya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha Çile de, zêdetir ji 18 milyon bermîl petrol hinartiye, dahat wê jî 650 milyon dolar bû.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, rapora meha Çileya borî ya hinartina petrolê weşand. Li gor raporê jî, di wê mehê de 18 milyon û 656 hezar û 131 bermîl petrol hatiye şandin.
Herêma Kurdistanê petrola xwe bi rêya boriya veguhestinê digihîne Bendera Ceyhan a Tirkî, ji wê de jî kompaniyeyê kiryar petrolê bar dikin.
Li gor rapora hatiye weşandin, tenê yek rojê proseya şandina petrolê hatibû ragirtin. Rêjeya rojane jî 601 hezar û 811 bermîl bû.
Ew 18 milyon û 656 hezar bermîlên ku hatine hinartin, ji kêlgehên Herêma Kurdistanê biqasê 14 milyon û 16 hezar û 489 bermîlan û ji kêlgehên Kompaniyeya Petrola Bakur biqasê 4 milyon û 639 hezar û 642 bermîlan e.
Dahat petrolê di Çileya borî de, 650 milyon dolar bû, beşek ji wê dahatê “pêşekî” ji kiryarên ki dixwazin di dema bê de petrolê bikirin, herwiha 75 milyon dolar jî bo kopmaniyeyên navdewletî yên hinartina petrolê li Kurdistanê hatiye terxankirin.
Di destpêka sala 2016an de, buhayê her bermîlek petrol daketibû biniya 28 dolaran, vê yekê jî bandoreke xirab li ser welatên hinardekarên petrolê, di nav wan de Herêma Kurdistanê jî, kiriye.
Li gor amarên fermî, buhayê petrolê ji sala 2014an ve û heta niha, ji sedî 70 daketiye.