Doza "Alan Kurdî" dê îro berdewam bike
Ji bo Mûwafaka Alabash û Asem Alfrhad ji ber sûcên "qaçaxçîtiya penaberan dikin", û bi qestî bûne "sedema mirina gelek kesan" 35 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Alan Kurdî, li Bodrûma navçeya Mûglayê deryayê bedena wî ya bêcan avêtibû qeraxê û bi wêneyê xwe yê dilsoj ketibû rojeva dinyayê, 4 kesên din ên di hundirê belemê de jî miribûn. Ji ber van mirinan ew du berşikên ji Sûriyê ku doz li wan hatibû vekirin dê derkevin pêşberî dadwer.
Li ser bûyera 2ê Îlona 2015an de ku li Bodrûmê qewimî û belema 14 kes têde binav bû û zarokê ji Rojavayê Kurdistanê Alan Kurdî û 5 kesên din jî di nav de miribûn doz hatibû vekirin û lêpirsîna derbarê wê mijarê de didome. Ji ber bûyerê Mûwafaka Alabash û Asem Alfrhadê ku hatibûn binçavkirin dê îro cara duyemîn li Dadgeha Cezayê Giran a Bodrûmê derkevin pêşberî dadwer.
Binavbûna vê belemê bi dîmenê bedena bêcan a Kurdî ya ku pêlên behrê ew avêtibû qeraxê ketibû rojeva cihanê. Ji bo Mûwafaka Alabash û Asem Alfrhad ji ber sûcên "qaçaxçîtiya penaberan dikin", û bi qestî bûne "sedema mirina gelek kesan" 35 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Di çarçoveya bûyerê de 4 jê ji Sûriyê û 2 jî jê Tirk derbarê 6 kesan de xebatên ku ji bo girtina wan dest pê kiribûn jî didome. Di rûniştina yekem de berşikan îddiayên derheqê wan de tên gotin red kirin û Evdila Kurdî yê bavê Alan Kurdî jî sûcdar kirin û gotin ku ew "organîzator" bû.
.jpg)